Ehmedê Xanî gunehkar e!

Ehmedê Xanî gunehkar e!

Ehmedê Xanî gunehkar e!

A+A-

Serdar Roşan 

Ji tecrûbeyên tarîxî:

Şarezayê siyasetgeriyê Makyavelî ji bo yekitiya siyasî ya Îtalyayê li kurmîrekî digeriya (prens), xebata siyasî ya Cesare Borgia, di destpêka salên 1500î de, di vê çarçoveyê de mulaheze dikir. Xanî jî weke Makyavelî li prensekî kurd ku karibe yekitiya siyasî ji bo kurdan pêk bîne fikirên xwe pêşkêş kir… Garîbaldî ji bo yekitiya siyasî ya Îtalyayê bû prensê pêdivî. Bîsmarck rola prensê alman pêk anî. Şêx Ubeydulahê Nehrî xwest bibe prensê kurdan lê bi ser neket. Mistefa Barzanî heta dereceyekê ev yekitiya hewce pêk anî belam rewşa navneteweyî ne bi wî re bû.

Mutefekirê îtalî Gramsî, behsa îdeolojiyên tarîxî dike ku ji bo dezgehine mueyen zerûrî ne. Balê dikişîne ser rola civaka sivîl bi hemî pêkhatên wê û civaka sivîl ji bo pêşketin û gulvedana civakê û herwisa pêşketina civakê û saxlemiya wê hewce, heta dereceyekê zerûrî dibîne.

Heke em rasterast berê xwe bidin rewşa miletê kurd û li gorî vê rewşê li îdeolojiya zerûrî bigerin, bêşik em dê pêrgî nasyonalîzmê bên. Ji ber ku hew ev îdeolojî bersîva prosesa pêdivî û tarîxî ya miletbûn û dewletbûna kurdan dide. Eger em bi têgehên Gramsî bêjin, kurd dikarin bi saya vê îdeolojiyê pêgeha hewce amade bikin da ku li wir bibin xwedî şiûrê, organize bibin, têbikoşin, weke miletên hevdem di qada siyasî û tarîxî de hebûna xwe misoger bikin, bibin gerînendeyê qedera xwe ya siyasî.

Tarîxa fikira nasyonalîzma kurdî:

Ji hêla fikir û hestên neteweyî de çand û fikira kurdewariyê xwedî tarîxeke dirêj e. Mirov kare bi hêsayî vegere dema Xanî û vê prosesê ji wir dest pê bike. Ji çend aliyan ve divê em berê xwe bidin fikirên Xanî yên siyasî û li xebata wî ya piralî hûr bibin ku bi giştî dê wêneyeke rengîn yeke neteweperweriya kurdî nîşanî me bide. Xisûsiyetên neteweperweriyê yên ji bo xeteke neteweyî hemî li ba mutefekirê me hene. Aya çi ne ev xisûsiyet?

Rewşenbîrî:

Xanî mirovekî rewşenbîr e, rewşenbîrî wê zanîna hewce û perspektîfê dinimîne ku rewşenbîrek, an rewşenbîr bêî ku mercên civakî û iktîsadî, bi gotineke din bingeheke pêdivî yeke kemilî mewcûd be, ew bi fikirên xwe lê digerin û bi fikirên xwe ji guherînan re dibin pêşeng. Xebat, fikir û pêşnîhada Xanî ya siyasî her ev e.

Sebebê nivisîna berhemê: Ji xwe di berhema xwe ya navdar de vê yekê eşkere dinivîse û dide zanîn, berhem jê re behane ye, armanc diyarkirina fikirên xwe ye. Gava dibêje Mem û Zînê bikim bahane, her meqset ev e.

Ji hêla hestan de:

Li ba Xanî hestên etnîkî zelal û xirt in. Ev hest bi perspektîfeke tarîxî û civakî hatine danîn û di gelek bendan de Xanî pesnê mêrxasî û têkoşîna mirovên civaka xwe dide. Ji xwe hest weke madeyeke destlênedayî ne, divê li ser hestan xebat bête kirin da ji bo armancên siyasî bibin hêz. Xanî di vî warî de qet kimasî nahêle.

Ji hêla şiûra mefhûma welat de:

Xanî ji cografyaya Kurdistanê haydar e û ne dûr e ku Şerefnameya Bedlîsî li ber destê wî bûye. Di bendên Mem û Zîna xwe de cografyaya Kurdistanê weke ji ereb ta bi gurcan bi nav dike û cardin behsa cografyaya welêt û êrîşên rom û eceman dike.

Ji hêla şiûra etnîkî de:

Li ba Xanî meseleya etnîsîteyê pir zelal û eşkere ye. Di bendên Mem û Zînê de çendîn caran di gelek bendan de navê grûbên etnîkî yên weke, tacîk, tirk, ereb, gurc, rom, derbas dibe. Şiûra em û ew bi şêweyeke diyar zelal e.

Ji hêla şiûra ziman de:

Xanî li berhema xwe Mem û Zînê de, bi awayekî pir vekirî behsa rewşa zimanê kurdî dike, wî dide ber zimanên din û ji bo geşbîn û rewaca zimanê kurdî dixebite. Ji bilî berhemên wî yên li ber dest yên weke Mem û Zîn û Eqîda Îmanê, ji bo zarokên kurdan yên li medreseyan ferhengokekê dinivîse ku bi navê Nûbihar tê nasîn. Li wir bi awayekî edebî kurdî û erebî dide ber hev.

Kesên ku li ser fikir û tevgera siyasî ya nasyonalîzmê sekinîne û lê hûr bûne ji hêla ziman de vê yekê nîşan dikin: Ji bo mirov fikireke neteweperwerî bide aqilê xwe hewce ye ku qutsîyeta zimanê pîroz bêtesîr bimîne. Ev nuxteya muhîm di berhemên Xanî de eşkere ye, ji lewre ew bi zimanê miletê xwe dinivîse. Herçiqas berî Xanî jî kesên weke Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Elî Herîrî berhemên xwe bi kurdî nivisîbin jî, Xanî sebebê nivisîna bi kurdî di Mem û Zînê de dide zanîn.

Ji hêla şiûra fikira neteweyî de:

Xanî li gorî dema xwe û ramanên wê demê, ji hêla fikira netewe û dewleteke welê de gelekî bi pêş dema xwe ye. Bi wêrekî û eşkere li ba Xanî doza dewletbûnê, dewleteke kurdî heye.

Ji hêla şiûra siyasî de:

Xanî doz û daxwaza dewleteke kurdî dike, ji bo pêkanîna statuyeke welê rê nîşan dide.

Ji hêla civakî, çandî û ruhî de cazîbeya fikira neteweperweriyê ji bilî pêdiwîtiya tarîxî bi mefûma hevwelatiyê qedereke hevbeş pêk tîne ku bi wasiteya pêkvejiyana civakî ya li ser erdekî mueyen, di qada siyasî de tê pêş. Ziman û şîfreyên çandî yên li ziman wê rahetiyê dide mirovan ku xwesteka pêkve jiyanê li ba wan xurt bibe, bêguman dezgehên milî di ser hemiyan re dewleteke milî wê fikir û şiûra hevwelatî û pêkvejiyanê bêwestan li civaka xwe jîndar dihêlin.

Bingehên van fikirên Xanî yên madî û civakî çi ne?

Bêguman rewşa siyasî, aborî, civakî û çandî ji bo fikir û lêfikirîna mijaran dibin sebebên muhîm. Lê mirov nikare û nabe ku mirov di lêhûrbûna meseleyên siyasî û civakî de teoriyan weke qalib bi kar bîne û heke rewş ne li gorî teoriyê be wê red bike. Hin kes ji ber nebûna pêwendiyên sermayedariyê di wê demê de, dibêjin Xanî ne nasyonalîst e û fikirên wê teqabulê nasyonalîzmê nakin. Hin kes jî ji bo fikirên Xanî îlem li pêwendiyên wisa digerin û dibêjin belê sermayedari û pêwendiyên aborî yên bi vî rengî li Kurdistanê hebûn.

Bi ya min herdu alî ji di vê mijarê de xelet in. Di wê demê de kapîtalîzm li Kurdistanê ne di asteke welê de ye ku mirov wê weke bingehên fikirên Xanî bide nasîn. Ji hêla din kesên din jî xelet in ku dibêjin Xanî bi fikirên xwe ne nasyonalîst e.

Carekê divê em vê nuxteyê diyar bikin ku nasyonalîzm ji destpêkê de weke fikireke mukemel û îdeolojiyeke kamil diyar nebûye, ev îdeolojî jî weke hemî îdeolojiyên din bi tecrûbe û ceribandinan kemiliye. Lê herçawa be jî hin nuxteyên asasî hene ku ruknên vê îdeolojiyê pêk tînin. Çi ne ev rukin? Heke mirov wan weke mefûma, ziman, welat û qedereke hevbeş dest nîçan bike dê ne xelet be. Helbet ev mefûm bi gerînendeya siyasî re xwe di forma dewleteke milî de nîşan didin. Mesele dimîne ka ev têgeh û daxwaza siyasî, ya doza dewleteke welê li ba Xanî heye an na. Weke li jor jî li dû hev yek bi yek me ev nuxte nîşan dan, ev têgeh hemî li cem Xanî hene.

Hin nuxteyên balkêş yên din:

Ji aliyê edebî û hestên çandî û yên etnîkî de dîwana Melayê Cizîrî, edebiyata berî Xanî jê re bêguman bûne alîkar û Xanî ji wan kelk wergirtiye.

Di mefûma welat û cografyaya Kurdistanê de divê ji me re şik tune be ku Xanî ji berhema Şerefxan haydar e û ne dûr e ku li ber destê wî hebûye. Ji bilî van herdû jêderên muhîm, weke mutefekîrekî jîr bêşik Xanî bi awayekî hûrgulî li pirsgirêk û rewşa kurd û Kurdistanê fikiriye ew bi demdirêjî daye aqilê xwe û di analîz û senteza xwe de têgehên pêdivî, hemî li derbirîna fikira wî ya li Mem û Zînê eşkere ne.

Ev dimîne ka mirov di analîzên xwe yên civakî de serî li çi dide?

Xanî mirovekî mutefekîr e. Ji hêla felsefî xasima tesewifê de têrzan û şaraza ye. Ji minaqeşeyên tesewufî haydar e, bi xwe jî mutesawif e.

Xanî ji bilî meseleya tesewifê di fikirên xwe yên din de, yên der heqê ziman, welat, etmîsîte, hestên etnîkî, rewşa civaka kurd û meseleyên siyasî de, bi temamî dunyewî ye, madî û civakî difikire û ramanên xwe dinivîse, pêşkêşî civaka kurd dike.

Ji bo famkirin û îzahkirina fikirên Xanî me hewce bi metodeke xerbî, yeke feylesofî heye ku ew jî metoda feylesofê almanî, Hegel e. Gelek kesan ev metod ji bo analîzên civakî û siyasî bi kar anîne. Ji Marx bigire heta nivîskara kitêba Cinsiyeta Din, Simone de Beauvoir, ev metod bi kar anîne. Çi ye xisûsiyeta vê metodê?

Belê. Bi berhevdana mefhûman, tiştan, meseleyan, analîzkirina pirsên civakî ye. Li tiştekî hûrbûn e, piştre ji derve lê temaşekirin e, berhevdana wan e, piştre sentez û encam.

Bêguman Ehmedê Xanî bi xwe jî ev metod bi kar anîye. Ji ber ku di berhemên wî de bikaranîna vê metodê pir eşkere xuya dibe. Çi ne ev berhevdan û netîceyên wan?

Çend nimûne:

- Li rewşa zimanê kurdî hûr dibe, wî bi metaforan îzah dike. Di berhevdana zimanan de dibîne ku kes qîmetê nade zimanê kurdî, di meydana qîmetdayîna zimanan de bihayê zimanê kurdî kêm e, erebî û farisî di rewacê de ne... şaîr û mutefekîrî kurd weke hate gotin gelek metaforan ji bo şerha têgehan bi kar tîne, ji bo ziman jî serî li tiştên sembolîk dide, zimanê kurdî dişibîne paxirê, digel vê jî, ji bo geşî û qîmetstendina zimanê kurdî dixebite, bi xebata xwe xurtbûna hewce ya ziman nîşan dide.

- Rewşa civakî û siyasî ya kurdan dide ber etnîsîteyên din, muqayese dike. Netîce rewşeke şerpeze û belengaz dixuye. Welatê kurdan bûye pêgeha şerkarên xerîb, şerkarên, tirk, tacik, ereb û eceman. Di encamê de fikira wî ew e ku divê kurd di bin sîwanekê de bibin yek, zirhêzekî pêk bînin da ku bi xwe li welatê xwe bibin serwer. Di dema xwe de bi metaforeke weke ”padîşah” xanî vê îzah dike. Mebest ji padîşah wehdeta hêz û taqeta siyasî û eskerî ya kurd e.

- Ji hêla tesewufê de jî, Xanî her eynî metodê bi kar tîne, evîna Mem û Zînê bi ya Tacdîn û Stî re muqayese dike. Jiyana li vê dunyayê bi ya piştî mirinê re dide ber hev.

- Xanî cardin têgehên weke qencî û xirabiyê di berhema xwe de di şexsên karekterên xwe bi berhevdanî bi me dide zanîn...

Gotineke fîlozofê alman Marks ya navdar heye: Heta niha feylesofan hew dunya ravekirin ya muhîm guhertina wê ye. Di vê nuxteyê de mutefekirê kurd Xanî jî di eynî fikirê de ye. Qîma xwe bi ravekirina dunyayê nayîne, qîma xwe bi ravekirina rewşa civaka kurdî ya siyasî û civakî nayîne, daxwaza guherînê dike, bang li dînamîkên siyasî dike ku di wan de hêz û taqetê dibîne. Bi pêşengiya mîrekî rizgariya miletê kurd diyar dike.

Nasyonalîzm

Fikir ji bo pevkelîna civak û endamên wê dibin xerceke civakî, rola hevgirtinê dibînin. Li gorî dem, çand, alavên teknîkî û siyaseta heyî, fikir sîstematize dibin, li hember hev pevdiçin, tesîrê li hev dikin, carinan bi hev ve dikelin, carinan ji hev dixun, dibin hoyê têkçûna hev jî. Di tarîxa jiyana mirov û civakan de, di tarîxa gerînendeya siyaset û birêvebirêyê de ev xisûsiyeta îdeolojiyan her hebûye û heye. Îdeolojî ji me re behsa prosesên civakî yên cewaz dikin. Fikir û şiûra malbat, eşîret, netewe, sinifên civakî çend nimûneyên vê yekê ne.

Di warê cûreyên îdeolojiyan de civak xwedî dewlemendiyeke xurt in. Bi dehan îdeolojiyên civakî, çandî, felsefî, siyasî hene. Heke em berê xwe bi kurtî bidin mijara vê nivîsê nasyonalîzm: Bi hêsayî mirov kare bibêje û destnîşan bike ku di van sêsed-çarsed salên dawiyê de, îdeolojiya herî bi tesîr, liberxwedar û xurt ev îdeoloji ye. Îro li dunyayê nexşeya siyasî li gorî vê îdeolojiyê hatiye danîn û formata siyasî her cardin li ser bingehê vê îdeolojiyê ye.

Nuxteyeke din ev e ku divê mirov îdeolojiyan weke tiştine neguhêrbar nebîne. Îdeolojî ji weke hemî tiştên din li gorî dem, civak, çand û pêwendiyên siyasî û aborî têne guhertin, tesîr li wan dibe. Carinan li gorî ruhê demê dibin fikirên tarîxî yên pêdivî. Nasyonalîzm yek ji wan îdeolojiyên pêdivî ye ku di prosesa guherînên civakî, çandî, aborî, siyasî û yên tarîxî de weke fenomeneke zerûrî hatiye û dertê pêş.

Bêguman prosesa neteweperwerî ya siyasî li hemî deran bi eynî awayî pêk nehatiye. Ji ber sebebên siyasî, çandî, îktîsadî û civakî yên ji hev guhertî, rê û metodên bikarhatî ji hev cuda ne. Weke nimûne: Piştî ku li welatên Amerîkayê (Amerikaya Bakûr û ya Latînî) prosesa tevgera siyasî ya nasyonalîst bi serfirazî qediya, li Ewropayê vê prosesê dest pê kir. Li Amerîkayê kêmzêde di heyamê 50î salî de (1776-1826) hemî kolonî ji zincîrên xwe rizgar bûn û weke dewletên serbixwe hatin nasîn. Li Ewropayê êdî ji bo armanceke dest nîşan kirî avakirina dewletên nasyonal, siyaset dihate kirin. Şertên iktîsadî û civakî yên ku hêdî hêdî ji mêjve dikemilî û wexteke dirêj jê re diviya, bi modelên dewletên nasyonal yên avabûyî re, sîyaseta civakên cuda, rengê pêleke neteweperwer wergirt û li seranserê Ewropayê tesîr li hemî civak, grûp û sefên heyî kir.

Herçiqas destpêk û geşbûna tevgera siyasî ya neteweperwerî li Kurdistanê ne mijara vê nivîsarê be jî, li gorî wesîqeyên li ber dest û kesên li ser mijarê nivisîne, fikira millî ya Kurdistanî li ba Şêx Ubeydulahê Nehrî diyar e. Armanca Şêx dewleta kurdî ye û ji bo vê armancê jî mirov kare bêje ku di tarîxa siyasî ya Kurdistanê de cara pêşî organîzasyoneke kurdî ava dike ku bi navê Yekîtiya Kurdî tê nasîn. Wê ne xelet be eger mirov Yekîtiya Kurdî weke partiya herî kevin ya kurd bihesibîne.

Ji alîyekî din de divê xalek bê zelal kirin: Herçî li ba me kurdan e, der heqê vê îdeolojiyê, ango nasyonalîzmê de tevlîhevî û xeletiyeke berbiçav xuya dibe ku ronakbîrên kurdan jî her vê xeletiyê dubare dikin. Nasyonalîzm ne fikireke sinifî ye, bi gotineke din. ne îdeolojiya bûrjûvazî ye. Bêguman gava sinifa bûrjûvazî ber bi hukumraniyê dimeşiya û hukum xist destê xwe, nasyonalîzm bû parçeyek hukumraniya îdeolojîk ya bûrjûvaziyê. Lê em ji bîr nekin ku li gelek welatan nasyonalîzm bû parçeyek ji îdeolojiya hukumranên sosyalîst jî. Ji xwe xisûsiyeta vê îdeolojiyê ev e, ango destdar e ku bi îdeolojiyên hukumran re li hev bike. Xwedî pêgeh û bergeheke fireh e, xîtabê civatekê dike û wê bi milet nav dike, hemî sinif, ref û grûbên guhertî û cuda yên civakê hildigire nav xwe, hevwelatiyê diyar dike, huqûqa hevwelatiyê pêşkêş dike û li hember huqûqê hemî hevwelatiyan wekhev dibîne.

Şîfreyên neteweperweriyê hemî etnîsîteyê îşaret dikin, heke ev etnîsîte nekemilîbe, xwedî çand, tarîx û ruheke xurt nebe, ji bo afirandina wê xebateke fikirî weke zerûret dertê pêş.

Hin ronakbîrên kurd dixwazin, ya rastî gotina welatperwer (welathezî) di şûna peyiva neteweperwer de bi kar tînin. Welatperwerî ne îdeolojî ye, hîs e, lê belê neteweperwerî îdeolojî ye û ji hêla siyasî ve armanceke siyasî ya dezgehî dest nîşan dike, loma ne dirist e ku mirov van herdu peyivan weke hevmahne bi kar bîne.

Mirov di medyayê de dibîne, dibihîze û dixwîne, gelek kurd yên ronakbîr, siyasetmedar û xwende, gava ji wan tê pirsîn ka gelo ew neteweperwer in an na? Piraniya wan di bersîva xwe de gotina ”na” bi kar tînin. Bi ya wan neteweperwerî û fikira wan an jî siyaseta wan li hev nake. Lê heke mirov bi eynî naverekê pirseke din ji wan bike, dê bersîva wan ne ”na” be. Gelo ew doza miletekî nakin, gelo ew doza dewleteke kurdî nakin, gelo ew federalî an jî serxwebûnê weke çareseriya doza miletê kurd nabînin? Bawer dikim gelek ji wan dê bêjin ”belê”.

Nexwe li vir şaşiyek heye. Bêî ku peyiva neteweperweriyê bi kar bînin an jî qebûl bikin, dozeke milî diparêzin û armancên sereke yên neteweperweriyê qebûl dikin. Loma her kurdê ku doza miletê kurd weke dozeke milî bibîne û ji bo hukimraniya miletê navgotî bixebite, ew kurd ji xwe re çi bêje jî ferq nake, ew neteweperwer e.

Neteweperwerî cihê civak, ferd û miletan li hember hev nîşan dike, awayê hukumraniya milî nîşan dide, belam nabêje ka birêvebir û hukumranên li hundir welat kî ne. Yên li ser hukum te divê sosyalîst, muhafezekar, lîberal an xwedî îdeolojiyeke din bin, xisûsiyeta milî ya dewletê naguhere. We nimûne divên: Vîetnam, Norweç, Îzlanda, Almanya, DYA, Fransa, Kuba, Turkîye, Bûlgarîstan...

Weke me li jor jî da zanîn îdeolojî ji mirovên aktîv yên civakê re dibin alîkar û didin zanîn ka mirov dixwaze li dunya û civakeke çawa bijî. Îdeolojî xwedî roleke weke xerc in, civak û ferdan bi hev ve dikelînin, dikemilînin, wan tînin ba hev, dibin aktorên avakirina dezgehên civakî û siyasî.

Ehmedê Xanî bi fikirên xwe her vî tiştî dike. Û gunehkariya wî ev e ku wî berî ewrûpiyan zengilê neteweperweriyê li welatê xwe lê da.

facebook
[email protected]

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin