Eger neyê paşxistina îro rêveberîya YNKê dê bicive

Eger neyê paşxistina îro rêveberîya YNKê dê bicive

Eger careke din civîna encûmena giştî ya rêveberîya YNKê neyê paşxistin, biryare îro civîn pêkbê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Piştî du caran hate paşxistin îro 01.02.2020ê biryare encûmena giştî ya rêveberîya YNKê bicive û serokê demkî yê encûmena giştî ya rêveberîya YNKê Mistefa Çawreş vê derbarê de heftîya borî ji çapemenîya partîya xwe re ragehandibû ku civînê dê 01.02.2020ê pêkbê.

Li gor gotinên Mistefa Çawreş paşxistina civînê ji ber pêdeçûnên li ser peyrewa navxwe ya YNKê bûye, ku ji alîyê teknîkî ve bê amade kirin bo guftûgoyan û di civîna encûmena giştî ya rêveberîyê de bê pejirandin.

Baskê nû yê nav YNKê de ‘’Navenda Rawestana YNKê (Nawk) di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, ku di civîna îro de tenê guftûgo derbarê peyrewa navxwe de dê bên kirin û babeta serokê YNKê nayê zelal kirin.

Li gor zanyarîyên BasNewsê, peywira serokê YNKê yek ji wan babetane ku naha nav baskên partîyê de pirsgirêk li ser heye, çend kes ji bo wê jî di milmilaneyê de ne.

Vê derbarê de cîgirê berpirsê malbenda Duhokê yê YNKê Qadir Hesen ji BasNewsê re ragehand, ku nêrînek heye bê helbijartin Berhem Salih bibe serokê YNKê. Herwaha got eger bi helbijartin be Berhem Salih nikare bibe serokê YNKê.

Li gor heman berpirsê YNKê eger rêkeftina pêşwest neyê kirin, Berhem Salih ji bo wê peywirê ji namzedîyê dê xwe vekêşe.

Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin