Eger heye Rûsya ji Konseya Ewropayê were avêtin

Eger heye Rûsya ji Konseya Ewropayê were avêtin

Lijneya Giştî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê pêşnûmeya ku wek gavek bo vegera Rûsyayê bo Konseya Ewropayê dihat pênasekirin, vegerande komîsyonê. Watê jê ev e ku dê pêvajoya derxistina Rûsyayê ji Konseya Ewropayê dê destpê bibe.

A+A-

Bo Rûsyayê ku ji ber dagirkirina Kırımê mafê dengdanê ji dest dabû, ji ber vê jî lijne nedişande Konseya Ewropayê û herwiha ji 2017an ve jî dayîna pereya tevkiriyê bo budçeya Konseya Ewropayê red kiribû, egera deravêtinê derkete holê.

Hate ragihandin ku Lijneya Giştî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, di civîna li Strasbourgê de, raport û pêşnûmayek hate nîqaşkirin. Pêşnûma bu sedema nîqaşeke gur ji ber ku bi taybetî daxwazên Rûsyayê dihewandin. Ji ber vê jî beyî dengdan li ser bê kirin hate vegerandin.

Çavlirê bû ku di Çileya vê salê de, Rûsya cardin tevlî Komîsyonê bibe, lê bi vê pêşnûmayê egera deravêtina wê derkete holê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin