Eger heye ku HSD bibe beşek ji Artêşa Sûriyê

Eger heye ku HSD bibe beşek ji Artêşa Sûriyê

Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Kantona Cizîrê Hekem Xelo ragihand ku ew dixwazin di bi çavdêriya garantor û navbeynkarên navdewletî li gel rejîma Sûriyê bicivin.

A+A-

Li gor K24ê Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Kantona Cizîrê Hekem Xelo diyar kir ku rewa ye ew mafên Kurdan biparêzin ku duyemîn gelên mezin ê Sûriyê ne û got, “Kurd dê di pêşeroja Sûriyê de cih bigirin û divê mafên wan bên parastin.”

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) di kongreya xwe ya sêyemîn a li bajarê Tebqayê ku çend roj berê pêk hat de biryar da ku ew ê li herêmên di bin kontrola HSDê de ew ê îdareyeke hevbeş ava bikin. Reqa, Dêra Zor û herêmên ku dikevin rojhilatê herêm Cezîrê jî dê bikevin nav wê sîstema îdarî.

Hevserokê nû yê MSDê Riyad Dirar jî got eger li gel rejîma SÛriyê lihevkirinek pêk were, rêveberiyên xwecihî werin bihêzkirin û aşotî pêk were dibe ku HSD bibe beşek ji artêşa Sûriyê.

Beşar Esed berî niha eşkere kiribû ku deriyê wan ji bo gotûbêjên ligel HSDê vekiriye û diyar kiribû ku eger çareserî pêk neyê ew ê hêz li dijî wan herêman bikar bînin û wan deveran kontrol bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin