Efû ji diz û talankarên Efrînê re derket!

Efû ji diz û talankarên Efrînê re derket!

Hat gotinku Polîsên Serbazî yên li Efrînê yên bi ser dijberiya Sûriyeyê ve û bi piştgiriya Tirkiyeyê hatine damezirandin efûyeke giştî ragihand ku li gorî wê 38 endamên xwe yên Efrîn talan kiribû berdane.

A+A-

Li gorî nûçeya Rûdawê, Fermandarê Giştî yê Polîsên Serbazî yên Dijberiya Sûriyeyê ya li Efrînê Şêx Mîlad daxuyaniyek belav kiriye û tê de daye zanîn ku 38 endmên dijberiyê yên ku bi tewanên dizî û talankirina mal û milkên xelkê Efrînê hatibûn girtin, di çaçroveya ragihandina efûya giştî de hatine berdan.

Şêx Mîlad diyar kiriye ku li gorî biryara efûya giştî çend kesên ku bi tohmeta endametiya PYDê hatibûn girtin jî hatine berdan.

Li gorî daxuyaniyê, ew kes berî mehekê li Efrînê hatibûn girtin û duh Pênşemiyê 14ê Hezîrana 2018an hatine berdan.

Herwiha heman saziya ku bi piştgiriya Tirkiyeyê li Efrînê hatiye damezirandin hilirtina çekan li Efrînê qedexe kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin