Efrînî di bin gefên çekdaran de nikarin berhemên xwe kom bikin

Efrînî di bin gefên çekdaran de nikarin berhemên xwe kom bikin

.

A+A-

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çekdarên grûpa el Hemzat 150 darzeytûnên neviyên Silêman Helebî, kesayetiya navdar di dîroka Sûriyê de birrîne.

Çekdarên Grûpa el Hemzat li meydana Serayê bajarê Efrînê bi navê şoreşê ala xwe û Tirkiyê bilind dikin. Çekdarên vê grûpê bi xwe herî dawî, li gundê Kokanê yê aser bi nahiyeya Mabata, 150 darzeytûnê neviyên Silêman el-Helebî birrîne ku bi navê şoreşê generalekî Fransî kuştibû.

Silêman Mihemed Emîn el-Helebî, sala 1777 li gundê Kokanê yê Efrînê jidayik bûye, xwendekarê zanîngeha el Ezher bûye û li wir paşnavê el Helebî lê hatiye kirin û bavê wî Mihemed Emîn bazirganê zeyta zeytûnan bûye.

Roja 14ê hezîranê, di temenê 23 salî de, general Jean-Baptiste Kléber kuştiye. Jean-Baptiste Kléber fermandeyê Kampanyaya Fransî bo ser Misrê bûye. Roja 17ê Hezîrana 1881ê Silêman Mihemed Emîn el-Helebî hat îdamkirin.

Li gor Rêxiztina Mafên Mirovan li Efrînê: “Çekdarên Hemzat 150 darzeytûnên malbata Ehmed Sîdo ku neviyên Silêman el-Helebî ne birrîne. Çekdarên grûpên bi fermandariya Hesenkî 300 dolar li ser her malekê ferz kirine. Çekdarên heman grûpê otomobîleke welatî Mihemed Sîdo dizîne.

Ji roja 18ê adara 2018an, ku grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê bi piştevaniya Hêzên Tirkiyê bajarê Efrînê û tevahiya herêmê kontrol kirine. Grûpa el-Hemzat bi dehan jin û mêrên Kurd revandine. Bi sedan malên Kurdan û bi hezaran darzeytûnên xelkê herêmê desteser kirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin