EFRÎN/ Şer û bombebaran didome, kuştî û birîndar hene

EFRÎN/ Şer û bombebaran didome, kuştî û birîndar hene

Li hemû eniyên şer êrîşên artêşa Tirkiyê bo ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê di roja 36an de didomin. Li eniyên Şera, Bilbilê, Mabata, Reco, Şêrawa, Cindirês û Şiyê bordûman û topbaran berdewam e.

A+A-

Ji aliyê xwe ve çekdarên Opozîsyona Sûriyê li herdû çeperên Dêrsiwan û Erebwêranê pêş de çûne, û bi gotina fermandarekî çekdarên opozîsyonê, wan çend gund kontrol kirine. Li gundê Hikîcê jî li gor HSDê wan 32 çekdarên opozîsyonê û 4 leşkerên artêşa Tirkiyê kuştine.

 

Êrîşa Artêşa Tirkiyê bo ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê di roja xwe ya 36an de li çeperên Şera, Bilbilê, Mabata, Reco, Şêrawa, Cindrêsê û Şiyê bi bordûman û topbaranê berdewam e. Li Cindirêsê bi taybetî gundê Kefer Sefre rketiye ber bordûmaneke gelekî dijwar.

 

Li gor Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li çeperê Şera şervanên HSDê panzêreke Artêşa Tirkiyê li gundê Dêrsiwanê ligel leşkerên di nav de jinav birine, di heman demê de jî şervanên HSDê li gundê Elaqîna panzêreke din a Artêşa Tirkiyê têkşikandine, piştre bordûmana firokeyên şer ên Tirkiyê bo ser gundên Şerayê dest pê kiriye.

 

Ji aliyê xwe ve çekdarên opozisyona Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li herdu çeperên Dêrsiwan û Erebwêranê bipêş de çûne, û bi gotina fermandarekî wan çekdaran çend gund kontrol kirine.

 

Derbarê mijarê de fermandarê bi nave Mihemed Yûsif wiha dibêje: “Me gundê Vêrgan kontrol kir, operasyona me sibehê zû destpê kir, piştî topbaranê, me dest bi êrîşa xwe ya ser çeperê Dêrsiwan û Erebwêranê kir.”

 

Li ser çeperê Mabatayê firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê gundên Sara û Şeytana û girên derdorê bi tundî bordûman kirin, piştre şerekî giran di navbera şervanan û artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayê wê de derket.

 

Li çeperê Recoyê şervanên HSDê operasyoneke ji nişkave dijî  kombûneke Artêşa Tirkiyê û grûbên girêdayî wê li gundê Mûsaka û girên derdorê pêk anîn, di encam de li gor HSDê bi dehan serbaz û çekdar hatin kuştin.

 

Li çeperê Şêrawa hemû gundên navçeyê rûbirûyê bordûmaneke bêserûber bûn û di encam de gelek kesên sivîl ji karwanên piştevaniya Efrînê birîndar bûn.

 

Li çeperê Şiyê jî şervanên HSDê operasyoneke jinişkêve li gundê Hikîcê dijî Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê dan destpêkirin û di encam de li gor HSDê 32 çekdarên opozîsyonê 4 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin