EFRÎN/ Newrozê qedexe nas nekir

EFRÎN/ Newrozê qedexe nas nekir

Tevî qedexekirina merasimên pêşwazî û pîrozkirina Newrozê ji aliyê rêveberiya ku Tirkiyê û opozisyona Sûriyê li Efrînê ava kirine, li hin deveran xelkê Efrînê bi pêxistina agir cejna Netewî ya Newrozê pîroz kirin.

A+A-

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê rêveberiya ku Tirkiyê û opozisyona Sûriyê li Efrînê ava kirine, berî çend rojan biryara qedexekirina hemû corên çalakiyên ji bo pîrozkirina cejna Newrozê dabû.

Lê tevî vê rewşa zehmet û biryara qedexeyê jî, Kurdên wê herêma Rojavayê Kurdistanê li hin deveran qedexe şikandin û agir pêxistin û Newroz pîroz kirin. Welatiyên Efrînê tevî ku di bin guvaşên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ne, hewl dank u li gorî derfetên heyî, beşdariyê di vê cejna netewî ya Kurdan de bikin.

Îsal li Efrînê ji aliyê rêveberiya ku Tirkiyê û opozisyona Sûriyê li wê herêmê ava kirine, hemû corên çalakî û merasimên ji bo pîrozkirina Newrozê hatiye qedexekirin.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin