EFRÎN/ Li çar aliyan şer dijwar e!

EFRÎN/ Li çar aliyan şer dijwar e!

Di 21. roja êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê de, şer û bombebaran li her 4 aliyên wê herêma Rojavayê Kurdistanê bi giranî berdewam dike. Ji aliyekê din ve Artêşa Tirkiyê ragihand, ku di pevçûnên îro de serbazekî wan hatiye kuştin.

A+A-

Li gorî zanyariyan, îro Înê 9ê Sibatê balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê piştî navbereke 5 rojî, cardin dest bi bombebarana herêma Efrînê kirine. Herwiha li çend gundên ser bi Efrînê ve jî şerên giran di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de derketine.

 

Çavkaniyên xwecihî yên ji Efrînê ragihandine, ku di encama bombebaranên Tirkiyê de 8 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û 35 kesên din jî birîndar bûne.

 

Sererkaniya Artêşa Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê ragihandiye, ku îro şer û pevçûnên giran di navbera hêzên wan û YPGê de li Efrînê çê bûne û aşkere kiriye, ku di encama pevçûnên îro de serbazekî tirk hatiye kuştin. Artêşa Tikriyê diyar kiriye, ku ew serbaz di şerekê de li başûrê rojhilatê Efrînê hatiye kuştin

 

Balafirên şer ên Tirkiyê jî gundên Hec Bilêl, Çeqela Jorîn û Erendê yên ser bi bajarokê Şiyê ve bi giranî bombebaran dikin. Herwiha li her sê gundên navborî di navbera şervanên YPG/HSD û Artêşa Tirkiyê çekdarên girêdayî wê de şer û pevçûnên giran rû didin.

 

Herwiha li bajarokê Bilbilê jî şer û bombebaran heye. Balafirên şer ên Tirkiyê îro gundên Şerqiya, Qestelê Xidriya û Qestelê Miqdad ên ser bi Bilbilê ve bombebaran kirin.

 

Çavkaniyên YPGê ragihandine, ku Balafirên şer û yên keşfê yên Artêşa Tirkiyê li ser navendên bajarokên Şiyê û Cindirêsê digerin.

 

Li aliyekê din balafirên şer ên Tirkiyê gundê Axcelê yê girêdayî Cindirêsê û gundê Dêrsiwan ê ser bi bajarokê Şera bombebaran kirin û di encamê de welatiyekî sivîl birîndar bû.

 

Destpêkirina bombebarana Efrînê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ji nîveşeva bihorî ve dest pê kiriye. Êrîşên esmanî yên Artêşa Tirkiyê bo ser Efrînê piştî pêwnediyên telefonî yên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li gel Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî hatine destpêkirin.

 

 

Hejmara qurbaniyan gihîşte 160 kesan

 

Hevseroka Kantona Efrînê ragihand, ku di encama êrişên Tirkiyê de 160 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û 395 kes jî birîndar bûne.

 

kanton.jpg

 

 

Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa îro Înê di daxuyaniyeke rojnamevanî de hejmara qurbanî û birîndarên êrişên Artêşa Tirkiyê bo ser wê herêmê aşkere kir.

 

Hêvî Mistefa diyar kir, ku di bîst û yekemîn roja êrişn Tirkiyê bo ser herêma Efrînê de, “160 welatiyên sivîl ên Efrînê canê xwe ji dest dane û 395 kes jî birîndar bûne.”

 

Hêvî Mistefa herwiha diyar kir, ku ji ber êrişên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de 60 hezar kes ji kantona Efrînê birîndar bûne.

 

Hevseroka Kantona Efrînê rexne li helwesta civaka navdewletî li hember êrişên Tirkiyê girt û got, “cîhanê li hember êrişa ser Efrînê bêdeng maye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin