Efrîn dinale...Zarokek ji ber tepingan can da!

Efrîn dinale...Zarokek ji ber tepingan can da!

Hate ragihandin li Efrina Rojavayê Kurdistanê keçeke bi navê Feîme Sîdo, li Xaziyana yê navçeya Mabeta, di encama teqîna tepîngekê de, jiyana xwe ji dest da.

A+A-

Li gor navenda ragihandina ya Efrînê(AMC) keçeke bi navê Feîme Sîdo, li Xaziyana yê navçeya Mabeta, di encama teqîna tepîngekê (mayînekê) de, jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyekî din ve, jêderekî xwe cihî ji BasNewsê re ragihand ku artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve, bi berdewamî daristanên çiyayî, bi behaneya hebûna komên YPGê, dişewitînin.

Li gor wî jêderî, îro çekdaran agir berdane Çiyayê Kelûşkê li navçeya Reco û herweha çiyayê Hawarê ji aliyê gundê zivingê yê na navçeya Bilbilê.

Heman jêderî tekez kir ku ev agir dikişe ser zeviyên zeytûnan û bi hezaran dar hatine çewitandin û herisa jiyana ajalên çolê jî dixe tehlûkê.

Tê destnîşankirin ku şewitana daristanan, xerabkirina mezel û cihên pîroz û destanîna ser werzên xelkên di çarçoweya siyaseta feqîrkirina xelkê û talankirina deverê de, ji aliyê artêşa tirk û çekdaran ve tê meşandin.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin