Efrîn di bin dagîrkeriyê de (216)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (216)

.

A+A-

Serokê Turkiyê Erdoxan di gotara xwe de, li pêş “Komela Giştî ya Neteweyên Yekgirtî”, daxwaza xwe (ya ji bo piştgiriyê bi pirojeyên wî yên ji bo avakirina “Komelgehên niştecîbûnê” li Bakurê Sûriyê, di bin perda “mirovahiyê” de û weke “çareserî” ji kêşeya penberan re) ji Civaka Navdewletî re nû kir; Di heman dema ku siyasetên wî yên dijayetî û rêbazkirî li dijî hebûn û rola Kurdan li Sûriyê hatiye riswakirin, û  hejmarek ji komelgeh û gundên nimûneyî yên niştecîkirinê ji anîndeyan re, li Herêma Efrînê hate avakirin, ji bo  kûrkirina guhertina demografî ya fere ya ku gihîştiyê, piştî kocberkirina zorane ji bêtirî /200/ hezar nişte ji nişteciyên Kurd ên resen re, li Avdara 2018an. Z, û niştecîkirina dora  /500/ hezar nişte ji çekdar û anîndeyên parêzgehine Sûrî din têde, yên ku dest danîne ser nêzîkî 60% ji malmewdanên xelkê.

Ev jî binpêkirin û tewanine têvel in:

= G. “Tilifê”:

Bi navça Bajarê Efrînê ve girêdayî ye, /10/ KM ji navenda wê dûr e, ji dora/50/malî pêkhatî ye, dora /350/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di dema dijberiya ser herêmê de tev penaber bûn, jê dora /19 malbat = 60 nişte/ vegerîn, hin jî hîn li Efrînê rûdinin ji ber ku çekdar malên wan radestê nakin, yên din jî zorane hatin koçberkirin, û dora /70 malbatî = 425 nişte/ji anîndeyan têde û di konên li kêlekê venandî de hatin niştecîkirin. Û di encama topebarankirinê de, bi piçekî ziyan gihîşte /5/ malan.

“Şopên topebarankirina tewşankî ji G. “TIilifê” re, li dema dijberiya ser herêmê.”

Milîseyên “Firqit El’hemzat” -yên ku malek ji xwe re kiriye biryargeheke leşkerî- gund desteser dikin, weha jî Artêş û Istîxbaratên Turkiyê /15/ mal ji xwe re kirine bargeheke leşkerî, ta ku li Avrêla 2022an. Z vala kirin; Û milîseyan piştî derbasbûna gund kelûpelên malan ji xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê û alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din dizîn, ta ku yên ketine malên desteserkirî tevahiya heyînên wan rêşkirin; Û herweha jî dizîna /3/ makînan ên “Îmad Zênel, Hemîd Henan û Rif’et Ne’isan”, tirektoreke çandiniyê û makînakê yên “Xoşnav Henan” – ê ku piştî dandina vêrgiyeke diravî ew vegerandine, giropeke zayenda elektirîkê (Ampêran) e gund, keblên toreya elektirîkê ya giştî û beşek ji dîrakên wê, keblên voltaca bilind a xeta serekîn, kebl û dîrakên toreya telîfonê ya zemînî, tevahiya aletên guvêşgeha zeytûna ya “Zûhêr Elî” tevî rûnişkandina anîndeyina di avahiya wê de, û bi ser de jî amûr û aletên çêkirina guvêşgehan ên heman hemwelatî; Weha jî Fabrîka Elektirîkê ya Turkiyê guheztoka toreya elektirîkê ya gund vekir û guhest.

“Dizîna kebil û guheztoka toreya elektirîkê ya giştî ji aliyê Milîsyên “Firqit El’hemzat” û Saziya (fabrîka) Elektirîkê ya Turkiyê ve.”

Û “El’hemzat” dest danî ser du tîmargehên perwerdekirina mirîşkan ên “Mistefa Xelîl” û “Ebid El’rehman Zênel”, û tîmargeha “Mistefa Xelîl” di encama ferekirina Bargeha Leşkerî ya Turkiyê de hilweşî. Û ew 50% vêrgî li ser encamdana zeytûna yên hemwelatiyên ne li wir ferz dike, û 10% li ser malmewdanên ên mane; Ji bilî dizînên ku ji têvel werz (mûsim) û malmewdanan re (xetasên avkişandinê, averêşk û xertûmên avdanê, amûrên wergirtina “Nêt”, betariyên aletan, pez, lewlebên avgirtinûberdanê yên erqên avdanê yên giştî…); Bi ser de jî, çêrandina bêwijdan ji /1500/ seriyê pêz û dewêr re, di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de, bê ku yek wêribe li pêşiyê bisekine yan gilî bike.

“Çêrandina hovane û bêwijdan ji keriyên pêz û dewêr re di nav zeviyên zeytûn û erdên çandiniyê de, li G. “Tilifê”.”

“Şûnewarê dizîna berhema zeytûna ji zeviyên G. “Tilifê”.”

“Dizîna kilîtên girtin û berdana avê yên erqên “robar” avdanê yên giştî li deştên G. “Tilifê”.”

Û wan Cîgeha “Kaniyê – El’neb’e” li Rojavayê gund, û di nav zeviyeke zeytûna de li Bakurê gund û nêzîk Riya Efrînê – Cindirêsê ya giştî kolandin, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan.

Û herweha bêtirî heft tirban li goristana gund hatin tarûmarkirin(xerakirin), yek jê ya Pakrewan Kemal Henan (Bavê Şiyar) e û ya din jî ya nemir “Şewket Ne’isan” e – yek ji damezrênerê yekemîn rêxistina siyasî Kurdî li Sûriyê ye.

“Gora pakrewan “Kemal Henan” berî û piştî roxandinê, G. “Tilifê”.”

Û weha jî, yên ji gund li herêmê mane rastî hinde binpêkirinan hatin; Herweha Hemwelatî “Zûhêr Ebid El’rehman Mihemed /36/ sal” ji xelkê gund şehîd bû, piştî du rojan ji birînên ku lê çêbûne, li 24.8.2022an. Z, di encama bombebarankirina balafireke kontirolkirî ye bê ajovan ji navenda Bajaroka “Tilrif’etê” re – gundewarê Bakurê Heleb ciyê penaberbûnê.

“Pakrewan “Zûhêr Ebid El’rehman Mihemed”.”

Û Hemwelatî “Mihemed Hesen Weqas – zayend 1958 Ezazê” û ji pêkhateya Ereb û nişteciyê G. “Tilifê”, li 10.9.2019an. Z, di encama sekneke mejiyî de -mêldarî heye ku ew hatibe îşkencekirin-, piştî berdana wî û jinê bi dora du heftan ji girtina wan tevî herdu kurên wan “Ezedîn û Ehmed” li Navîna Tîrmeha 2019an. Z, û dizîna makîna wî jî.

“Jiyanjidestdayînberê vêguneh “Mihemed Hesen Weqas”.”

Û “El’hemzat” termên sê şervanên Yekîneyên Parastin Gel (YPG) ên di şer de şehîd bûne, bi şêwakî tewşankî li nêzîk goristana gund binax kirin.

Û di çarçoveya tevgereke olî ye çalak û tundrew e ku li herêmê heye de, mizgefteke nû li ser erdê bêdera gund hate avakirin, tevî ku xelk li ser cîgehê ne razî bû.

= Bêserûberî û serberdayetî:

Li Siba Pêncşemê 22.9.2022an. Z, matorek dutekerî ye ji teqandinê re amedekirî, li Kolana Reco û orta Bajarê Efrînê teqiya, û di encamê de ziyanin şênberî gihîştin makîne, dîkan û avahiyên derdorê, û qurbaniyin (kuştiyek û pênc birîndar) çêbûn – li gor Berevaniya Sivîl.

“Teqandina matoreke dutekerî li Kolana Reco li Orta Efrînê, li 22.9.2022an. Z.”

= Şewtandina daristanina:

“Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir, ku tîpên(tîmên)wê li 22.9.2022an. Z, agirin bi daristanine îhracê li nêzîk Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê û Gundê “Kaxrê” – Navça Mabeta hatibûn xistin vemirandin, û di wêneya belavkirî de qutkirina berê ji darên îhracê re diyar dibe.

“Şewatek li daristaneke îhracê li G. “Hêkiçê” – N. Cindirêsê.”

= Binpêkirinine din:

 Li 18.9.2022an. Z, komîta ku ji aliyê destlatên dagîrkeriyê ve hatiyê bêlîkirin û berpirsiyar ji Gundê “Bircebdalo” re – Şêrewa, rabû dora /1650/ Dolar Emrîkî ji “Sa’êr Ebû Ehmed” re – serkêşê Milîseyên “Firqit El’hemzat” li gund – weke vêrgiya dawiya werza Havînê kom kir, yanê ji her malbatek dora /30/ Dolarî.

– Berî mûsimê zeytûna were û berê wê bighêje (bikemile, li vê dawiyê Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” berhemdana /100/ darên zeytûnê yên “Ezet Mihemed Kero” ji xelkê Gundê “Bêlê” – N. Bilbilê -û li wir dimîne beref kirin û dizîn; Û herweha jî dora /15/ darên zeytûnê yên “Mihemed Yûsêf, Bahoz Yûsêf û Mihemed Hesen Reşîd” ji heman gundî û li rex rêbenda çekdar li çateriya gund, ji bo êzingkirinê qut kirin; Û were zanîn jî ku “Ebû Lêl” yê ji Gundewarê Humsê berpirsiyarê wir e.

Pirojeyên Erdoxan yên niştecîkirinê guhertinina li ser endeza demografiya Sûryê ferz dike, hejmarek ji metirsyan li ser binevahî û pêşeroja Civaka Sûriyê -ya ku ji pêkhateyine netewî, olî û bine’olî yen têvel pêk tê- di’afrîne, deriyê fîtnê di nav wan de vedike, û bi ser de jî kirîza Sûriyê her dere dikufite ser hev û girêk lê zêde dibin, li şûna ku çareseriyine naverast û durust jê re werin dîtin.

18.09.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Şopên topebarankirina tewşankî ji G. “TIilifê” re, li dema dijberiya ser herêmê.

– Dizîna kebil û guheztoka toreya elektirîkê ya giştî ji aliyê Milîsyên “Firqit El’hemzat” û Saziya (fabrîka) Elektirîkê ya Turkiyê ve.

 Şûnewarê dizîna berhema zeytûna ji zeviyên G. “Tilifê”.

 Dizîna kilîtên girtin û berdana avê yên erqên “robar” avdanê yên giştî li deştên G. “Tilifê”.

 Çêrandina hovane û bêwijdan ji keriyên pêz û dewêr re di nav zeviyên zeytûn û erdên çandiniyê de, li G. “Tilifê”.

 Gora pakrewan “Kemal Henan” berî û piştî roxandinê, G. “Tilifê”.

 Pakrewan “Zûhêr Ebid El’rehman Mihemed”.

 Jiyanjidestdayînberê vêguneh “Mihemed Hesen Weqas”.

 Teqandina matoreke dutekerî li Kolana Reco li Orta Efrînê, li 22.9.2022an. Z.

 Şewatek li daristaneke îhracê li G. “Hêkiçê” – N. Cindirêsê.

—————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-216-25-09-2022 – PDF

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (198)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (201)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (203)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (204)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (205)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (207)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (208)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (209)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (210)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (211)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (212)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (213)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (215)

https://yek-dem.net/ku/?p=13369

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin