Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê 2 bira revandin

Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê 2 bira revandin

.

A+A-

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, bi revandin û eşkencedana welatiyên kurd ên Efrînê berdewam in.

 Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, bi armanca standina fidyeyê, 2 kes ji gundekî Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên mîlîşya Sultan Silêman (Emşat) roja 24ê vê mehê du bira (Neşet û Sidqî Hac Îbrahîm Şêxo) li navçeya Şiyê revandin.

Wê rêxistina mafên mirovan derbarê sedema revandinê de diyar kir, çekdarên Emşat bihane girtine ku wan her du birayan bêyî ku Serokê Grûpa Emşat Ebû Emşê agahdar bikin, darên zeytûnê yên xwişkên xwe yên li derveyî gund in çinîne.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir jî, ew her du bira rastî eşkenceyên hovane hatine. Herwiha çekdaran fidya 800 Dolarên Amerîkî li her yekî ji wan sepandine.

Ev di demekê de, hefteya borî çekdarên grûpa Cebhe El-Şamiyê bajarokê Mabeta xistibû dorpêçeke tund, li welatiyên sivîl didan û zêdetir ji 60 welatiyên sivîl jî revandibûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin