Efrîn | Çekdaran mala Kurdekî Êzidî kir mizgeft

Efrîn | Çekdaran mala Kurdekî Êzidî kir mizgeft

.

A+A-

Hat ragihandin, li gundê Bafelûnê yê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin çekdaran mala Kurdekî êzidî kiriye mizgeft.

Gundê Bafelûnê ji 80 malan pêk dihat û hemû xelkê wê Kurdên Êzidî bûn niha bi temamî vala bûye û çekdarên bi ser Tirkiyê ve li wê derê 25 hezar darên zeytûnan, 5 hezar mêwên tirî, 20 traktor, 5 otomobîl û guvaştekeke zeytûnan talan kirine.

Herwiha 150 malbatên ereb di nav malên gundiyan de û 50 malbatên din ên ji derve anîne jî di kampekê de hatine bicihkirin.

Gundê Bafelûnê ku bi ser navçeya Şera ya Efrînê ve ye, piştî dagirkirina Efrînê heta goristanên wê jî hatine têkdan û li nav gund mala Kurdekî Êzidî kirine mizgeft.

Çalakvan Zeyneb Cimo ku ji gundê Bafelûnê ye binpêkirinên li dijî xelkê herêma Efrînê pêk tên belge dike.

Cimo dibêje, gundê Bafelûnê gundekî sade Êzidî bûn. Îslamîstên dewleta Tirk, li ber çavên NATOyê Gundê Bafelûn dagir kirin, xelkê gund hemû reviyan û çekdaran hemû tişt talan kirin û rnê nedan kesek vegere.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin