Efrîn | Çekdaran li ser malên qaçaxîyê şer kir: 6 kuştî, 3 birîndar

Efrîn | Çekdaran li ser malên qaçaxîyê şer kir: 6 kuştî, 3 birîndar

.

A+A-

 Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, şer di navbera komên çekdar de derket.

Li gorî zanyariyên xwecihî, di navbera komên çekdar de ji ber malên qaçaxîyê şer rû daye û 6 çekdar hatine kuştin 3 jî birîndar bûne.

Hat zanîn ku şer li gundê Basutayê yê bajarê Efrînê di navbera komên çekdar Feyleqa 3yan (Cebha Şamiya) û Ceyş El-Îslam de çêbûye.

Hat diyarkirin ku di encamê de 5 çekdarên Cebha Şanniya û çekdarekî Ceyş El-Îslam hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin