Efrîn.. Çekdaran 3 mêr û 2 jin ji gundekî revandin

Efrîn.. Çekdaran 3 mêr û 2 jin ji gundekî revandin

.

A+A-

Çeteyên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, bi armanca guhertina demografiya Efrînê, bi berdewamî welatiyên kurd ên Efrînê direvînin.

Jêderekî ji Efrînê ragihand, grûpa çekdar a bi navê El-Weqas 5 kes ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê revandin. Di nava revandiyan de jinek û diya wê hene. Li hember berdana wan jî çekdaran daxwaza pereyan kirine.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Zeîm Silêman Gulê, Sifyan Ekrem Nebo, Norhemîn Hesen Kêlo, Jozfîn Şêxo Hemîd û Mîkaîl Şêxo Hemîd.

Wî jêderî diyar kir jî, sê kesên revandî ji yek malbatê ne: Pîrejina 58 salî Norhemîn Hesen Kêlo û keça wê Jozfîn Şêxo Hemîd û kurê wê Mîkaîl Şêxo Hemîd.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar j revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin