Efrîn 4 sal in di bin zordarî û dagîrkeriyê de dinale

Efrîn 4 sal in di bin zordarî û dagîrkeriyê de dinale

.

A+A-

Berî 4 salan, di 20 Çileya 2018an de artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve dest bi êrîşa li ser Efrînê kirin 

Berî 4 salan, di 20 Çileya 2018an de artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve dest bi êrîşa li ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan Efrîn û gundewarê wê dagîr kirin. Di encama dagîrkirina Efrînê de, zêdetir ji hezar welatiyên Kurd ên Efrînê şehîd û birîndar bûn, dora ji 350 hezar welatî jî bi neçarî derbider bûn. Piştî 4 salan ji dagîrkirinê jî, hîna binpêkirinên mirovî, dizî û talan, birîn û hilkirina daran, destdanîn ser mal û milkên xelk û guhartina demografiya Efrînê berdewam e.

Roja 20.01.2018an Artêşa Tirkiyê bi top û mûşekan Efrîn û gund û navçeyên wê, Raco, Şiyê, Bilbilê, Şera, Cindirêsê, Mabeta û Şêrewa topbaran û bombebaran kirin û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bi fermana artêşa Tirkiyê dest bi êrîşa bejahî li ser Efrînê kirin.

Di êrîşê de, malên sivîlan, dibistan, avahiyên fermî, nexweşxane, mizgeft, cihên dîrokî û pîroz û jêrxana Efrînê hatin bomebarankirin û wêrankirin.

Ji ber êrîşê û li gor amarên hatine ragihand, zêdetir ji 300 welatiyên Efrînê yên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 700 sivîlan jî birîndar bûn. Herwiha dora ji 350 hezar Efrînî jî bi neçarî koçber û derbider bûn, beşek mezin ji wan li gundên di navbera Efrîn û Helebê de hatin bicihkirin û beşek di jî ber xwe dan, herêmên din ên Kurdî û Herêma Kurdistanê.

Piştî şerê 58 rojan artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, di roja 18ê Adara 2018an de derbasî bajarê Efrînê bûn û dagîr kirin û dest bi dizî û talana mal, avahiyên fermî, dikan û samanên welatiyên sivîl kirin.

Ji roja 18ê Adarê ve, welatiyên Efrînê di metirsî û di bin gefê de dijîn. Bi mebesta standina pereyan ji malbatên Efrînî bi hezaran xort û keçên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatin û tên revandin û rastî eşkenceyan tên. Li gor amarên çalakvanan, zêdetir ji 8 hezar welatiyên Efrînê di vê heyama bûrî de hatine revandin û ta niha çarenivîsa zêdetir ji 2 hezar welatiyan ne diyar e.

Herwiha bi hezaran Erebên Xûtaya Şamê, parêzgeha Idlibê û navçeyên cuda ên Sûriyê li Efrînê di mal û milkên Kurdan de tên bicihkirin û demografiya Efrînê tê guhertin. Bi sed hezaran darên zeytûnan hatine desteserkirin û bi hezaran jî darên zeytûn û meyweyên din hatine hilkirin û qutkirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ve, piraniya cihên şûnwarî yên Efrînê li ser destê artêşa Tirkiyê bi amûrên kolandinê yên mezin hatine kolandin û wêrankirin. Li gor çalakvanên di warê şûnwaran de, entîke û şûnwaran ji Girê Cindirêsê, Keleha Nebî Horî, Keleha Semanê û Şikefta Duderî hatine dizîn û ji aliyê grûpên çekdaran û bazirganan ji bo derveyî Efrînê hatine derxistin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiriye, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar zêdetir ji 50 cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî kolane û zêdetir ji 20 hezar perçeyên entîkan dizîne û veguhastine Tirkiyê.

Li Efrînê gelek cihên dîrokî hene, ji bilî Keleha Horî, keleha Samanê, şikefta Duderî, kenîseya Marmaron û bi dehan şûnwarên din, nêzîkî 25 girên dîrokî hene, piraniya wan di ber çemê Efrînê re rêzkirî ne, ku dîroka wan vedigere hezar heta 2 hezar berî zayînê, piraniya wan giran bi alavên kolandinê hatine kolandin û têkdan û grûpên çekdar beşek ji wan giran jî kirine navendên serbazî.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin