Efrîn/ 18 şehîd û bi dehan birîndar

Efrîn/ 18 şehîd û bi dehan birîndar

Firokeyên Artêşa Tirkiyê bi giranî navenda bajarê Efrînê bombebaran dike, di encamê de ta niha 18 welatiyên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 45 sivîlan jî birîndar bûne.

A+A-

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) îdia kir, ji şeva bûrî ve firokeyên şer yên artêşa Tirkiyê bi giranî navenda bajarê Efrînê bombebaran dike.

Li gor hejmara qurbaniyên ku Rewangehê belge kirine, ta niha 18 welatiyên sivîl şehîd bûne ku di nava wan 5 zarok hene. Her wiha zêdetir ji 45 welatiyên din jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyê mîlîşyayên çekdar ji aliyê riya Heleb Efrînê re jî ji taxa Eşrefiyê nêzîk bûne û bi giranî tê taxê topbaran û bombebaran dikin û hew didin têkevin wê taxê.

Êrîşa Artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja 56emîn de berdewam e, li gor amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, ta niha 245 welatiyên sivîl ku ji nava wan 41 zarok in û 26 jin in şehîd bûne û bi sedan jî birîndar bûne.  

Herwiha Rewanghê duh ragihandibû, ji encama bombebarana tund a firokeyên Tirkiyê li ser navenda bajarê Efrînê, di heyama 24 demjimêran de, nêzîkî 30 hezar kes ji Efrînê derketine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin