Efrîn | 13 kes ji aliyê çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê ve hatin revandin

Efrîn | 13 kes ji aliyê çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê ve hatin revandin

.

A+A-

 Li gundewarên Efrînê 13 kes ji aliyê çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê ve hatin revandin.

Li gor çackaniyekî ji Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê diyar kiriye, li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, li gundê Sêmalka yê ser bi nahiya Mabata, roja 17ê Sibata 2022yan Rêveberê Karûbarên Olî yê Efrînê Şêx Yûsif Ebdulezîz revandin.

Herwiha eşkere kir; çekdarên koma El Mutasîm Bîllah roja 31ê Çileya 2022yan, li gundê Be'dîna yê ser bi nahiya Raco, welatiyê bi navê Mihemed Mistefa desteser kirin.

Çekdarên koma Hemzat li nahiya Raco pênc welatiyên Kurd li gundê Qide revandin. Navên kesên revandî ev in: Husên Mihemed, Selah Menan Şêxo, Mihemed Heyder, Asya Mihemed Mûsa, Şukrî Husên Bakîr.

Li gundê Şadiriye yê ser bi nahiya Cindirêsê jî, 4 ciwanên bi navên Ferhad Elî, Mihemed Fewzî, Mihemed Hebîb û Şukrî Mihemed revandin û çarenûsa wan hîn ne diyar e.

Herwiha li gundê Mîrkan, roja 20ê Sibatê, du welatiyên Kurd ên bi navên Xelîl Husnî Hemdî û Mistefa Şêxo hatin revandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin