EFJyê xwest ku Belarûs 15 rojnamegerên girtî azad bike

EFJyê xwest ku Belarûs 15 rojnamegerên girtî azad bike

Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê (EFJ), daxwaz ji Belarûsê kiriye ku 15 rojnamegerên girtî azad bike.

A+A-

Li Belarûsê 15 rojnamegerên ku xwenîşandanên li dijî hilbijartina serokomariyê û mijarên bi wê re têkildar dişopandin, roja şemî û yekşemê hatine girtin. Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê (EFJ) bang li rayedaran kiriye ku 15 rojnamegerên girtî azad bikin.

EFJyê û Komeleya Rojnamegeran a Belarûsê (BAJ) daxuyaniyek dane û gotine ku ew 15 rojnamegerên dema xwenîşandanên girseyî yên di 26 û 27ê Îlonê dişopandin, hatine desteserkirin, bila serbest bibin.

Bang li YE û RHEEyê kirine

Li gorî çavdêriya BAJê piştî hilbijartina serokomariyê ya tê îdiakirin hîle tê de hatine kirin, li Belarûsê 206 rojnameger tenê ji ber karê xwe kirine hatine desteserkirin. EFJ û BAJê bang li Yekîtiya Ewropayê û Rêxistina Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê kirine û gotine ku ji ber binpêkirinên mafên azadiya çapemeniyê bila Belarûsê ceza bikin.

EFJyê her weha ji bo Anastasia Olshanskaya, rojnamegera rûsî jî li ser medyaya civakî bangewaziyek kiriye.

Rojnamegerên ku girtî ne ev in:

Siarhei Shchurko, Yauhen Merkis, Maksim Nestserkau, Mikalai Maminau, Andrei Yakimush, Zmitser Salauyou, Ales Lubianchuk, Dzianis Hancharenka, Pavel Patapau, Maria Hryts, Alena Dounar, Anastasia Alshanskaya, Uladzimir Laptsevich, Artur Pagasian, Ihar Remzik. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin