Ebdulkerîm Omer: Em dixwazin nûnertiya xwe li Hewlêrê jî vekin  

Ebdulkerîm Omer: Em dixwazin nûnertiya xwe li Hewlêrê jî vekin  

.

A+A-

Hevserokê Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser dibêje, ew dixwazin nûnertiya xwe li Hewlêrê jî vekin û tekez dike, hemû hêzên navdewletî bi fermî danûstandinê li gel Rêveberiya Xweser dikin û “herî zêde Swêd û Fransa piştevaniya Rêveberiyê dikin.”

Ebdulkerîm Omer, Hevserokê Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê behsa çarenivîsa malbatên çekdarên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê, peywendiyên Rêveberiyê yên li gel welatên cîran û cîhanê, serdana şandên biyanî bo Rojava û dawîn pêşhatên siyasî kir.

Hevserokê Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser amaje bi wê dike ku tenê di rojên dawîn de 3 şandên Fînland, Almanya û Nemsayê serdana Rojavayê Kurdistanê kirin û li ser mebesta wan serdanan jî dibêje, “Peywendiyên me derbasî asta siyasî bûne. Mijarên tên nîqaşkirin jî; çareserkirina pirsgirêka siyasî, dagirkeriya dewleta Tirk, guhertinên demografiyê, komîteya destûrê û tevlîbûna Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriya Demokratîk di wê komîteyê ku ku temsîla 5 milyon hemwelatiyan dike.”

Ebdulkerîm Omer tekez dike ku tevahiya hêzên navdewletî bi fermî danûstandinê bi Rêveberiya Xweser re dikin wek rêveberiyeke de facto û “di asta herî mezin de civîn çê dibin. Lê ew dewletên zêdetir piştevaniya Rêveberiya Xweser dikin Swêd û Fransa ye ku baş piştevanî dikin.”

Li ser sedema beşdarnebûna Rêveberiya Xweser di danûstandinên nivîsandina destûrê û hevdîtinên li Cinêvê, Omer dibêje, “Tişta, Tirkiye, rejîm û opozisyona Sûriyê digihîne hev dijayetiya Kurd û Rêveberiya Xweser e û ew qebşl nakin em beşdar bibin û vetoya li ser heta niha berdewam e. Lê ne mumkun e bêyî Kurdan pirsgirêka Sûriyê çaresr bibe.”

Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser herwiha ragihand, ku ew ê hewil bidin, di sala 2021an de, pêwendiyan li gel welatên Erebî pêk bînin û got, “Peywendiyên me li gel Îmarat, Misir, Iraq û dewletên din berdewam in û em dixwazin ew jî rolekê bilîzin.”

Herweha Ebdulkerîm Omer derbarê malbatên çekdarên DAIŞê yên li Rojava, eşkere kir, ku kêm welat razî bûne, welatiyên xwe ji Kampa Holê derxînin, û wan hewil jî dan, ku dadgeheke navdewletî ji bo çekdarên DAIŞê ava bikin, lê pêwistî bi biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî heye.

Derbarê peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê jî Omer dibêje, “Nûnertiya me li Silêmaniyê heye, me dixwast li Hewlêrê hebe lê heta niha ew derfet bi me nehatiye dayîn. Em dixwazin peywendî hebin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin