Ebdulkerîm Omer: Divê em dest bi kampanyayeke dîplomasiyê bikin

Ebdulkerîm Omer: Divê em dest bi kampanyayeke dîplomasiyê bikin

.

A+A-

Desteya Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya salane pêk anî. Hevserokê Desteya Civakî balkişand ser hebûna 16 kampan û zehmetiya birêvebirina wan. Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve jî dibêje, “Divê em dest bi kampanyayeke dîplomasiyê bikin.”

Mijarên civîna salane

Di civîna salane ya Desteya Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser de, berpirsên Rêveberiya li ser rewşa siyasî, emnî û aborî li navçeyên Rêveberiya rawestiyan û pêşniyar û biryar derbarê wê de standin.

Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer daxwaz kir, kampanyayeke dîplomasî bê destpêkirin da ku navçeyên Rêveberiyê ji sizayên Qeyser bên efûkirin

Ebdulkerîm Omer, Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve, dibêje, “Em sûdê ji vê civînê werbigirin, da ku dest bi kampanyayeke dîplomasî bikin, di serî de, ji bo rawestandina gefên dagîrkeriya Tirk, û vekişîn ji navçeyên dagîrkirî ku bûne cihekî hêmin û himbêzker û odeyên operasyonan ji bo DAIŞê. Û em ligel civaka navdewletî kar bikin ji bo zêdekirina piştevaniya aborî û dûrxistina vê navçeyê ji yasaya Qeyser.”

Hejmara zêde ya kampan

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Kar Farûq el-Maşî bal kişand ser zehmetiyên desteyê di rêveberina kampên bakur û rojhilatê Sûriyê de.

Diyab el-Maşî, Hevserokê Desteya Civakî, radigihîne, “16 kamp li ba me hene. Ew 16 kamp naskirî ne li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê, di nav wan de kampa Hol mezintirîn kamp e li Sûriyê û Rojhilata navîn."

Cîvîna salane ya Desteya Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser taybet e bi nirxandina karê Rêveberiyê di sala borî de û pesendkirina planên kar ji bo sala nû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin