Ebadî: Me bi Tirkiyeyê re li hev nekiriye

Ebadî: Me bi Tirkiyeyê re li hev nekiriye

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna rojnamevanî ya Bexdayê de, li ser mijara operasyona Qendîlê ya Tirkiyeyê daxuyanî dan.

A+A-

Ebadî diyar kir ku ew mijarê ji nêzîk ve dişopînin û got, "Çiyayê Qendîlê ji salên 1960 û 70yî ve bi kêşe ye. Lewra ew çiya gelekî asê û tevlîhev e. Hikûmetên beriya niha jî nekarîne kontrola Qendîlê bikin."

Heyder Ebadî herwiha destnîşan kir ku wan li ser mijara PKKê bi hikûmeta Tirkiyeyê re lihev nekiriye û wiha axivî: "Derbarê PKKê de bi Tirkiyeyê re rêkeftinek çênebûye. Me li ser vê mijarê gotûbêj nekirine û em negihîştine asta hevkariyê."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin