“E Type Hilton” The Dungeon of Diyarbekir

“E Type Hilton” The Dungeon of Diyarbekir

Sabahat Karaduman

A+A-

343.jpgKula Zîndana Diyarbekirê her di dilê min de ye. Ez bawer im ev kul di dilê hemû Kurdistanîyan de ye. Hin ji cîlê me qurbanî, hin jê şahid û hin jî guhdarê Zîndana Diyarbekirê ne. Bi taybetî jî yên lawê wan, bavê wan, xwişka wan, birayê wan, hevalên wan an nasekî, xêzanekî  wan di wê dema wehşetê de li Zîndana Diyarbekir girtîbûne... Birayê min Asîl di nabêna 1981 heta 1986an li Zîndana Diyarbekirê girtî bû. Ew wahşeta herî dijwar jiya. Di wê demê de ez û xwişka min ji bo em neyên girtin bi teşwîq û şîreta bavê min em derketin derveyî welat. Lê kula Zîndana Diyarbekirê û Asîlê bira terka me nekir, bi me re derket derveyî welat jî. Hema hema her  tiştê ku di derheqê Zîndana Diyarbekirê de hatiye nivîsîn, min xwendiye. Li seriya 20 kitêb li ser wehşeta zîndanê hatine nivîsandin, min piranîya wan kitêban xwendine.

Piştî min mala xwe ji Swêdê bir Îngilîstanê û îngilîzîya min baştir bû, min soz dabû xwe ku rojek rojan pirtûkeke di derheqê  Zîndana Diyarbekirê wergerînim îngilîzî ku bibe belgenameya mirovatiyê û rojek rojan kesê ku bixwaze bikaribe bixwîne.

Min dawiya dawî biryar da pirtûka Îsa Tekîn  “E tipi Hilton, Diyarbakır Zindanı” wergerînim îngilîzî. Di vê biryara min de rola tu kesî tuneye û ez bi tu kesî jî neşêwirîm. Pirtûka Îsa Tekîn bi zimanekî sade qala bûyerên di girtigehê de diqewimîn û jiyana girtîgehê dikir û vê yekê kir ku ez wergerînim îngilîzî.

Gelek spas kek Îsa ji bo keda te ya ku bi zimanekî sade te karibiye wahşeta ku li Zîndana Diyarbekirê qewimîbû binivîsî.

Navê Pirtûkê “E TYPE HILTON”, The Dungeon of Diyarbekir, 303 rûpel e. Pirtûk ji alî çapxaneya APECê hatiye çap kirin. Spasdarîyeke mezin ji bo xwedîyê APECê kek Alî Çîftçî ku çapkirina pirtûkê girt ser xwe.

Li jêrê ez kurdîya pêşgotina ku min di wergera îngilîzî de nivisandiye pêşkêş dikim da ku merama xwe ya li ser wergera vê pirtûkê bigihînim xwendevanên kurd jî.

 

ÇEND GOTIN JI WERGÊRA PIRTÛKÊ

Girtîgeha Dîyarbekirê, li Bakurê Kurdistanê weke girtîgeheke normal hatibû avakirin, lê piştî cûntaya leşkerî ya 12 Îlona 1980yî, bû girtîgeha leşkerî.

Girtîgeha Dîyarbekirê ji alî kovara Time weke yek ji girtîgehên herî xerab û dijwar hat hilbijartin. Ji alî girtîyan ve navê wê bû Zindana Dîyarbekirê.  

Pirtûk qala dema herî xerab ya salên 1981-1986an dike. Di vê demê de îşkenceyeke dijwar û sîstematîk li ser girtîyan hebû.  Zilm û îşkenceya dijwar bû sedema ku bi dehan kesan jiyana xwe wenda kir an dawî li jîyana xwe anîn.

Ji bilî zimanê tirkî, di zîndanê de hemû zimanên din qedexe bû.  Ziyaretvanên ku nizanîbûn bi zimanê tirkî bipeyivin –piranî kurd bûn-  di dema serlêdana girtiyên xwe de tenê li hev dinêrîn.

Ez ê pir behsa van bûyerên hovane nekim. Ji xwe çîroka nivîskar bi kûrahî behsa wê dema wahşetê dike. Bûyerên ku mirov tu carê nikare tesewir bike...

Di sala 1981an  de min û xwişka xwe,  me birayê xwe di zindana Dîyarbekirê de hişt û em revîyan hatin Swêdê. Ji wê rojê de ye her ez bi hestên sûcdarîyê dijîm. Hestên weke ku min birayê xwe di wê rewşê de bi tenê hiştiye... Ev hest tu car min neterikand.

Li gel ku min kêm zêde bûyerên zindana Dîyarbekirê bihîstibû, heta ku min pirtûkên ku ji alîyê girtiyên wê demê ve hatîye nivisandîn û guhdarîya wan kesan kir, min tu car nikarîbû xeyal û bawer bikira ka çi tofan bi serê wî û bi hezaran kesên wekî wî de hatibû.

Min carekê jê pirsî ka gelo dixwaze behsa wê demê bike. Min ji xwe re digot, dema ew behs bike belkî xwe baştir hîs bike.  Ez bi bersîva wî matmayî mam. Ji min re got: ‘Xwişka min a delal, ku ez ji te re behsa çi bi serê min de hatîye bikim, ew ê dilê te bi min tenê bişewite û tu yê tenê ji bo min xemgîn bibî. Ji xwe te bihîstîye û xwendîye ka çi bi me hemûyan kirin û bi hezaran kes weke min bû.’ Êdî hew min û wî behsa zîndana Dîyarbekirê kir.

Em weke malbat gelek bi şans bûn ku birayê me li berxwe da û ji zindana Dîyarbekirê bi saxî derket. Lê mixabin ew hêza ku li hember îşkenceya herî xerab nîşan dabû, nikarîbû li hember nexweşîya kanserê bide. Loma jî wî di destpêka 2018an de valayîyek bêhempa li du xwe hişt û terka me kir.

Piştî mirina wî, rêhevalên wî û dostên wî yên zindanê behsa berxwedana wî kirin. Li gor wan hevalan dema Remzî Ayturk dawî li jiyana xwe anî, ew jî di wê qoxuşê de bûye.  Dema Necmettîn Buyukkaya hatîye kuştin, ew bûye mesulê qoxuşê û ji alîyê Esad Oktay Yildiran ve hatîye tehdît kirin.

Pir kesên ku di pirtûkê de navên wan heye, ez ji nêzîk ve nas dikim.  Kesên ku ez ji nêzîk ve nasdikim ji wê zûlm û îşkencê para xwe wergirtine. Ev jî weke êşekê her di dilê min de cîhê xwe girtibû û heta ku rojekê min ê bikarîba wergeranda zimanê ku hemû cîhan bi awakî pê dizane.

Sedema ku min biryara wergera vê pirtûka girt ew e ku; nivîskarê pirtûkê bi zimanekî sade û bêyî tu metaforan behsa serpêhatinê xwe û yên ku lê şahid bûye, dike.

Dema meriv van bûyerên hovane dixwîne, li gel ku ewqas sal derbas bûye jî, nivîskar bi zimanê xwe yê sade me vedigerîne wan rojan û bûyeran pirr bi zelalî radixe ber çavên me.

Dema min ev pirtûka hanê werdigerand, min xwe pir bi şans hîs dikir ku ez di xanîyekî nizm de dijîm. Ez nizanim ka çend caran bêhn li min çikîya û min xwe avêt derve ji ber ku nefesekê bigrim.  Min nikarîbû û hîn jî nikarim qebûl bikim ka mirov çawa dikare hovîtîyeke wusa û zulmê li kesên din bike.

Ez vê wergera hanê pêşkêşî yad û bîranîna birayê xwe Asîl Karaduman û hemû kesên ku di zîndana Dîyarbekirê de mane, dikim.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin