E-kovareke bi navê 'Kubar' derket

E-kovareke bi navê 'Kubar' derket

Bi navê "Kubar" kovareke wekî online dest bi weşana xwe kir. E-kovara Kubar dê li ser mijarên moda, makyaj û her tiştê têkildarî jîyanê weşana xwe bidomîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Heta niha bi navê e-kovar li ser înternetê bi kurdî kovar hatine amadekirin û weşandin, niha yek li wan zêde bû: Kubar.

Kubar di bin edîtorîya Ayşenûr Ozel û Leyla Arısoy dest bi weşanê kir û şêwirmendî û redaktorîya kovarê Înan Eroglu dike.

Kovarê li ser weşana xwe wisa gotine: "Daxwazîya me ev e ku hûn bi kêfxweşî bixwînin. Armanca me ev e ku em modaya cîhanê û ya kurdan nîşan bidin. Bêguman kêmasîyên me gelek in di vê mijarê de. Em bawer dikin ku em dê bi pêş bikevin. Hûn dikarin ji bo nivîs û pêşnîyazên xwe bi [email protected] re têkilî deynin."

Di vê hejmara xwe ya 1'em de li ser mijarên wekî Şêwaza Xeftanan, Bedil, Kum, Dîyet, Sersal, Trend, Instagram. Makyaj, Dekorasyon, Favorîyên Mehê, Kê Li Xwe Kir?, Bijarteyên Kubarê, Pêşnîyaz, Kubarê/a Mehê û Pirsîyarname nivîs û foto weşandine.

Kovara ku ji 26 rûpelan  pêk tê di berga hejmara yekem de wêneyê jinek kelhor a ji Kirmanşanê bikar anîne.

 

Dîyarname

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin