DYAyê 1000 PYDî li Tel Ebyadê bi cih kir

DYAyê 1000 PYDî li Tel Ebyadê bi cih kir

Hat îdîakirin ku artêşa Amerîkayê li ser xeta Tel Ebyadê ya li ber sînorê Tirkiyê keşfê dike. Di nûçeya Ajansa Anadoluyê de, 'tê îdîakirin ku piştî vê keşfê, arteşa Amerîkayê nêzî 1000 PYDyî li herêmê bi cî kiriye.'

A+A-

Di nûçeya Ajansa Anadolu (AA) de hat îdîakirin ku, konvoyên artêşa Amerîka ku ji wesayîtên zirxî û pîkaban pêk tên, sêşemb û îna borî hatine herêma Tel Abyadê û leşkerên Amerîkayê, bi konvoyên ku ji deh wesayîtan pêk tên du rojan pê de li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê keşif kirine.

Herwiha hat îdîakirin ku piştî artêşa Amerîka li derdora deriyê sînor yê Tel Ebyadê lêkolînên xwe temam kirin, PYDê endamên xwe sewqî wê herêmê kirine.

Nûçegîhanên AAyê Muhamed Misto û Levent Tok, diyar kirin ku wan ji jêderên ewlê yên Tel Ebyadî agahî wergirtine.

Li gor vê yekê zêdeyî hezar YPGyî ji navçeya Eyn Îsa ku dikeve başûrê Kobanî bi wesayîtan bo Tel Ebyadê hatin veguhastin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin