DYA ji PDK-Iranê re: “Xebata we, xebateke siyasî û rewa ye”

DYA ji PDK-Iranê re: “Xebata we, xebateke siyasî û rewa ye”

Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê serdana Polîtboruya PDK-Îranê kir.

A+A-

Şandeke pilebilind a Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê serdana Polîtboruya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) kir.

Organa fermî ya PDKÎyê ragihand, şanda Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê bi serokatiya Cîgirê Berpirsê Beşa Siyasî ya konsulxaneyê Jeff Mazur, duh roja çarşemî 31ê Tebaxê serdana Polîtboruya PDKÎyê kir û ji aliyê Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDKÎ Hesen Şerefî ve hatiye pêşwazîkirin.

Malpera fermî ya PDKÎ derbarê naveroka civîna şanda amerîkî û rayedarên wê partiyê de daxuyaniyek belav kir û  tê de ragihand: “Armanc ji serdana şanda Amerîka gotûbêjkirin û pevguhertina nêrînan derbarê rewşa siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, têkoşîna PDKÎyê li Rojhilatê Kurdistanê, bandora wê xebatê li ser Komara Îslamiya Îranê, pêwedniyên navbera xebata Kurd û gelên Îranê û aliyên siyasî yên Kurd û Îranê de bû.”

PDKÎyê ragihand, ku Jeff Mazur di civînê de gotiye: “Em di vê baweriyê de ne ku xebata we, xebateke siyasî û rewa ye.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, Mazur di beşeke din a axavtina xwe de herwiha teke kir: “Em û hemû kesên azadîxwaz piştgiriyê li armancên siyasî yên we dikin. Em hêvîdarin em bikarin bi hev re di têkiliyê de bin, da ku ji bo xizmeta mirovatiyê, îstiqrara aştiyê û demokrasiyê û têkoşîna li dijî terorê de pêkve kar bikin.”

Malpera fermî ya PDKÎyê herwiha da zanîn, ku Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDKÎyê Hesen Şerefî jî di wê civînê de ragihandiye: “Partiya me ji bo dabînkirina azadî, demokrasî, dadmendî û herwiha bidestxistina mafên netewî yên gelê Kurd di çarçoveya îraneke azad, demokrast û federal de xebatê dike.”

Li gorî daxuyaniyê, Şerefî di beşeke din a axavtina xwe de Komara Îslamiya Îranê wek “çavkaniya terorê” bi nav kiriye û ragihandiye, ew dê li ser xebata xwe berdewam bin û hêvî jî kiriye, ew kes û aliyên ku li dijî terorê şer dikin, alîkariya PDKÎyê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin