DYA bi fuzeyan li Sûrîyê xist

DYA bi fuzeyan li Sûrîyê xist

Di 6 salên şerê Sûrîyeyê de DYA seranser êrîşê rejima Sûrîyeyê nekiribû.

A+A-

Di 7ê Nîsana 2017ê de bi saeta 3.45 a Ewrûpayê artêşa Amerîkayê ji du gemiyên xwe yên şerî yên 'USS Porter' û ‘USS Ross' yên ji Derya Spî 59 fuzeyên tomahawak avêtine Binkeya Esmanî ya Elşerîhe ya li parêzgeha Humisê a Sûriyêyê.

Li ser êrişê, Serokê Amerîkayê Donald  Trump gotîye: "Wî fermana êrişeke daye ku pêşî li êrişên kîmyayî yên hev şêwe were girtin. Ev êriş di berjewendiyên bingehîn ên ewlehiya Amerîkayê de ye."

Di 4ê Nîsanê de rejima Sûrîyeyî li bajarê Idlibê çekên kîmyevî bi kar anîbû û nêzî 80 kes miribûn û zêdetır 400 kes jî birîndar bibûn.

Di 6 salên şerê Sûrîyeyê de DYA seranser êrîşê rejima Sûrîyeyê nekiribû.

Li gor çavderîya mafê mirovî ya Sûriyeyê fuzeyên Amerîkî bi temamî binkeya esmanî ya Elşerîhayê îmha kiriye. Li gor walîyê Humisê di êrîşa DYA yê de 5 kes mirine û 7 kes birîndar bûne.

Serokê Rûsyayê Vilademîr Pûtin gotîye, bi êrîşa xwe DYA hiqûqa navneteweyî îhlal kirîye. Fransa û Ingiltere piştgirîya xwe nîşanê DYA dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin