Duyem pirtûka “Erdnîgarîya Kurdistanê” çap bûye

Duyem pirtûka “Erdnîgarîya Kurdistanê” çap bûye

.

A+A-

Duyem pirtûka “Erdnîgariya Kurdistanê” ya Abdurrahman Onenî behsa bajarê Wanê dike.

Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî pirtûka Abdurrahman Onenî ya bi navê “Erdnîgarîya Kurdistanê – 2: Wan” çap kiriye.

Pirtûk piştî ya yekem a bi navê “Erdnîgariya Kurdistanê – 1ê Agirî” pirtûka duyem a Onenî ye ku li ser bajarên Kurdistanê amade kiriye.

Di pirtûkê de, navên mezre, gund û navçeyan yên bi tirkî û kurdî; çem, gol, çîya, deşt, zozan, nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya herêmê; hejmara nifûsa navend, navçe, gund û mezreyên wî bajarî; wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Wanê hene. 

Onenî ji bo pêvajoya amadekirina vê pirtûkê weha gotiye:

“Ez bi qasî 40 rojan hema hema li hemû deverên Wanê gerîyam. Lê piştî ku di dawîya Tebaxa 2015an şer dest pê kir, ger dijwar bû. Ez li Ebexê heta ber Çîyayê Tendûrekê jî çûm, lê ji ber şer min derfet nedît ku biçim ser Tendûrekê; her wiha li Westanê jî çûna Karkarê pêk nehat.”

Li gorî zanyariyên di pirtûkê de cih girtine “Nifûsa Wanê li derdora 1.200.000î ye, rûbera wê 20.921 km 2 ye û ji ya gelek dewletan firehtir e, wek mînak: Îsraîl 20.770 km 2 , Lubnan 10.452 km 2 ye. 13 navçe û 1129 mezre û gundên Wanê hene."

Derbarê Abdurrahman Onenî de

Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Di sala 1956an de jidayik bûye. Dibistana seretayî û navendî li Dêrîkê, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê û zanîngeh li Stenbolê xwendîyê. (Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Wêjeyî, Beşa Erdnîgarîyê)

Piştî xwendina dibistana amadeyîyê sê salan li Dêrîkê cotkarî kirîye. Di sala 1976an de li Stenbolê bi cî bûye, ji sala 1976an heta 1980yî xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev re meşandîye. Di payîza sala 1980yî de, li Midyadê (navçeya Mêrdînê) dest bi mamostetîya erdnîgarîyê kirîye. Piştî deh mehan, ji ber hin sedemên sîyasî dev ji mamostetîyê berdaye.

Di sala 1984an de, car din li mamostetîyê vegerîyaye. Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetîya erdnîgarîyê kirîye û di sala 2008an de malnişîn (teqawît) bûye.

Çend salan mamostetîya dersa Kurmancî û dersa kompîturê jî kirîye. Di destpêka salên 1990î de, hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo birêxistinbûnê dest pê kirîye. Di encama xebatên wî de, sala 2008an pirtûka wî ya bi navê Ferhenga Erdnîgarîyê hatîye weşandin.

Ji xeynî vê pirtûkê, pirtûkên wî yên li ser erdnîgarîya Wan, Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne.

Binaet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin