DUHOK - Axayê gundekî erd bi ser gencên ku dixwazin bizewicin de belav dike

DUHOK - Axayê gundekî erd bi ser gencên ku dixwazin bizewicin de belav dike

.

A+A-

Li gundê Dulêcana Mezin ê ser bi qezaya Berdereş ve, her ciwanê ku bizewice ji aliyê axayê gund Şêx Zeyid Mihemed Faris ve, perçeyek erd pê tê dayîn ku heta niha 106 ciwan ji vê yekê sûdmend bûne. Her ciwanê ku bizewice axayê gund 250 metre ducayên erd dide wî.

Ciwanê bi navê Husên Seîd ji sala 2008an ve jiyana hevjîniyê pêk aniye û niha dixwaze mala xwe cuda bike ku birayên wî yên din jî bikarin bizewicin û axayê gund 250 metre duca erd daye wî û ew bi vê diyariyê kêfxweş e.

Husên Seîd, rûniştvanê gundê Dulêcana Mezin, dibêje, “Gelek hêsankarî bo me hatin kirin, em destxweşiyê li axa dikin, em 4 kes zewicî bûn di malekê de û cihê me teng bû, Şêx Zeyid perçeyek erd da min û perçeyek jî bo birayê min. Ev ji bo me ciwanan hêsankariyeke gelek baş e. Eger wiha neba me nedikarî xanî ava bikin.”

Heta niha 106 kesan perçeyên erd wergirtine û xanî li ser ava kirine. Bextiyar Ebdulcebar yek ji wan kesan e ku ev salek e xanî ava kiriye û li gel hevjîn û zarokên xwe tê de dijî ku berî wê bo heyama 4 salan li gel birayekî xwe di odeyekê de dijîn.

Bextiyar Ebdulcebar, rûniştvanê gundê Dulêcana Mezin, dibêje, “Em du bira di odeyekê de bûn, me naylon bo xwe danîbû. Em çûn cem Şêx Zeyid û me rewşa xwe jê re got. Ew hat cem me, rewşa me dît, gelek pê têk çû û perçeyên erd dane me.”

Seneda gund li ser navê Mihemed Faris, babê Şêx Zeyid e, her ji berê ve wî ev giyanê alîkariyê di gund de hebûye. Ji sala 2011an ve Şêx Zeyid dirêjî bi rêbaza bavê xwe dide û vî karê xêrxwaziyê dike.

Zeyid Mihemed Faris, axayê gundê Dulêcana Mezin, dibêje, “Ev ji dilpêvebûnê ye, biratî ye, xizmayetî ye, dilovanî ye, dadwerî ye, aştî ye bo ku peywendiyên di navbera me de dirêj bibin û yê beramber te bizane te dil pê ve ye û hest bike ku dilovanî heye.”

Li gundê Dulêca Mezin 300 mal dijîn ku ser bi nahiya Rovye ye li qeza Berdereş a li parêzgeha Duhokê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin