Duh şev xwenîşandanên seranserî li bajarên seranserê Kurdistan û Îranê berdewam bû

Duh şev xwenîşandanên seranserî li bajarên seranserê Kurdistan û Îranê berdewam bû

.

A+A-

Duh şev 6`ê Sermawezê, li bajarên Kurdistan û Îranê yên weke, Tehran, Benderebas, gundê Serhoye ser bi bajarê Sine, Îlam, Erdekana ser bi Yezidê, Yezid, Şehrara Tehranê, Zahidan, Avdanan, Ehwaz û çendîn bajarên din yên kurdistan û Îranê xelkê serhildêr rijyane ser şeqaman û li djî rejîma dîktator û cinayetkar xwenîşandan lidar xistin û siloganên li dijî rejîmê dan.

Li bajarê Sine serhildêran li dijî dîktatorî û hovîtiyên rejîma Îslamî heta derengiya şevê li ser şeqaman bûn li dijî rejîmê silogana “Jin, Jiyan, Azadî” dan.

 Herwisa li navçeyên cuda yê bajarê Tehranê yên weke, Şehrara, Derbend, Setarxan û Bilwara Ferdos, serhildêran bo piştevanîkirin ji serhildêrên bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandan lidar xistin û li dijî rejîma mirovkuj silogana “Mehabad, Kurdistan, Mînaka seranserê Îranê ye” dan.

Dubare li Tehranê li ser pira rivîngan benêrek ku li ser nivîsîbûn “Kurdistan xoya nerizatiyê,  Girev, Şoreş” daliqandibûn.

Li Erdekan a ser bi bajarê Yezidê jî, ciwanên azadîxwaz, benêra Qasim Sulêmanî terorîst bi rengê reş tevlîhev kirin û li nav bajarê Yezidê de jî serhildêran benêra “Xamineyî agir berdanê”.

Herwisa serhildêrên azadîxwaz û bêzar li rejîma dîktator, li Derbend a ser bi bajarêTehranê jî bi şev bi dengek bilind li dijî rejîma dîktator û mirov kuj, silogana “Mirin bo dîktator” dan.

Li Benderebasê jî xelkê serhildêr di heyama şevê de rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma dije mirov û dije mafê azadiyê xwenîşandan lidar xistin û benêra “Xamineyî” jî agir berdanê.

Çavkanî: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin