„ Duh duh e, îro  îro ye“

„ Duh duh e, îro îro ye“

„Duh duh e, îro îro ye“

A+A-

M. Ali Yildirim

Li Tirkîye  ev gotina Süleyman Demirel ya navdar ku  di wexte xwe de gotubu,  çiqas di cih deyê gotina wî „ Duh duh e, îro  îro ye“

Her milletek li gorî  kultur pêşketin  sevyê û zaneyî ya xwe ji xwe re seroka û siyasetvana derdixe pêş.

Em nikarin bi çavekî din lê binerin ku milletekî wek  civaka milletê Tirk (Kurd)  di çerçava -kî pêşketî û xwedî dezgeh û Demokrasiye- kî bilind, serokên wek  yên dewletên pêşketî  xwudî kultur û zanê derxin pêş.

Loma ji civaka Tirk, wek  serok wezirên Tirkiyê , Süleyman Demirel,Tansu Çiler, Ercevit, Erbakan  û R.Teyip Erdoğan derxistin pêş  û  heta niha  jî ji wan kesan wek serok derketin holê û bi rastî ji wexta merov li vî milletî dinerê, merov dikare bêjê ku ev serokan layîkî vî milletîn e. Wek Demirel di“ doh dohe, îro  îro ye“,  disa  Tansu Çiler di got „ ya bitecek ya bitrecek“ ( Ya ê  xelasbê ya ê xelasbê ), Erbakan ji  di got „kedayîfin alti kizardî „ (bine qedayîfe sorbû) disa vî milletî ji wan re li çepikan dixist, wek ku aniha ji Erdogan re lê dixin.

Heta duh  hemû dezgehên Tirkîye çhemû dêzgehên  sivil, askeri, siyasî , civakî  û kulturî hemû ketibun dorê ku bi   Feto  re  hevdû bidînin, ya ji wî silavekê bînin ku li Tirkîye û li gelek  dewletên dinya yê bibin xwedî îmkanekê û şexsîyetekê . Hemû partîyên Tirkîye li ser der silav ji Xocê (Feto) re dişandin. Lê mixabin devran xerab çûh kesên duh  jêrê li çepikan dixistin û ji bona  Feto bîdinin  deh teqle davêtin, anha bi derbekî fikir û refê xwe gûhertin û dest bi xebera li dijî Xocê xwe (Feto) yê wek Pexember didîtin  kirin. Tenê  ne jê re  xebera di bêjin, wî kirin xayîn, xwe firoş û casus ji. Ev ji têrê nekir, anha jî  bi yêk helwestê li Tirkîye % 97 îdama Feto û hevalên  wî dixwazin.

R.Teyip Erdogan û hemû  berpirsiyarên Dewleta Tirk  yên yekem  di van êrîşên  11 Bajar û qezên Kurdistanê  de, barbara wan  bu di  ajansan de û digotin:  „Asker û Polisên qahraman“  bi rojan pesnê wan didan û heta „kevir li ser kevir û serî li ser serî nehelin“  (Taş üstüne taş, baş üstüne baş  birakmayin). Ewqas pêsnê  wan didan  ku  ev Asker û Polisê  hindik mayîbun wan derxin  perê ezmana .

Lê piştî 15 Haziranê û teşebûsa darbe a leşkerî, ev kesên ku doh Asker û Polisê  xwe bi hewa dixistin, dîsa ayni kesan  wan bi derbekî  xayîn xwe firoş û cahş   îlankirin! Û bi yêk dengî dibêjin „çawa Asker û polis dikarê  silaha berdê gelê xwe yên sivil.“ Ya êceb û sosret ji eve ku heta doh wan Asker û Polisa li Kurdistanê bi hezaran insanên me yên sivil û bê gûnêh kuştin, deng ji wan  dernediket û bi serde wan wek „qahraman“ di TV. û Medya xwe  de, didan pesin kirin. Aniha jî ew  hemû tiştên wan î li ser  leşker û polîsan digotin;  bi paşde zkişandin û  wan   xayin û xwe firoş îlan dikin.  Mixabin ew dikarin durutîya xwe bi wî milletê nezan, bê mejî bidin qebulkirin, lê hûn nikarin bi raya giştî ya dinya yê  û bi milletê pêşketî  wek milletê Ewrupayî wan berevajiyên xwe durûtîyên xwe  bidin qebûlkirin.

Noqtakî din jî, yên  partîyên  xwedê giravî „ muxalefet jî , heta doh di derbarê sîyaseta Serokkomar û Hikûmeta AKPê de  ku heta îroj di meşandin, tiştik nema ne digotin. Çi  Kilicdaroğlu  û  çi Bahçeliyê Faşist û nîjadperest,  digotin:  „Seraya Erdogan qaçaxe û emê tu carî neçin seraya qaçax.“ Heta carna ji di gotin „emê wî di wê serayê  de Mahkeme bikin“.Lê anha tipiş tipiş derin ber lingê Erdogan û wek qet ku tiştik ne qewîmiye, helwest digrin. Wek gotinek me kurdan, dibêjin „ Tirek û du tir li ba tireka wek heve „ HDP lî yên me jî, xwudê giravî li ser navê „ Kurdan „ siyasetê dikin û xwe perçedikin  û dibêjin „çima  Erdogan gazî me   jî nekirîye û rexnên xwe bi wî haweyî tînin ziman: „Asil yên yekîtîya Tirkiyê dixwazin emin û  ev proja em di bin siwana Erdoğan werin ba hev ya me bû û çima Erdoğan me ne vexwendîye“ û rexne dikin.

Bi gelempêrî ‘’Serokkomar û hikûmeta AKPê ,hemû partîyên Tirkan û milletê Tirk (Kurd)  di her gavên xwe de wek ku bêjen „doh doh bû, îro jî îro ye“ tevdigerin . Çi tê hesabê wan, wê dibêjin, wê bikin. Tiştekî ku doh gotibe yan jî kiribe, îro dikare ji sedî sed tersê wê bike û bêje.

Bi kurtayî rewşa Tirkîye ya anha û helwesta gelê Tirk wek ya gelê Romanya û  Serokê Romanya yê berê  Çavuşesko tîne bîramin. Heger hewdarên derba leşkerî serkevtî bûna, yên îro ji Erdoğan re li çepika dixin, bawerbikin yên ji hewldaran re li çepika bixistana. Em gişt  baş pê dizanin û me bi çavê xwe  dît, ku yên ji derbe yên sala  1960,1970,19 80 û ji  28.Şubate re  li çepikan dixistin, disa ev millet bû. Yani wek ku Demirel jî goti bû.  Ev millet pir rehet dikarê  bêjê;  „duh duh  bu, îroj îroj e!„

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin