Duh 61 hezar û 967 kes bi Covid-19ê ketine, 362 kes mirine

Duh 61 hezar û 967 kes bi Covid-19ê ketine, 362 kes mirine

.

A+A-

Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 318 hezar û 839 kesan hatine kirin û di encamê de testa 61 hezar û 967 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 362 kes jî mirine.

Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.

Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 318 hezar û 839 kesan hatine kirin û di encamê de testa 61 hezar û 967 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 932 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.

Her hewa duh 362 kes bi nexweşiyê mirine. 52 hezar û 213 nexweş baş bûne û rewşa  3 hezar û 398 nexweşî jî giran e.

Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 446 hezar û 591e.

Her weha 36 hezar û 975 kes mirine. 3 mîlyon û 844 hezar û 342 kes jî baş bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin