Du welatên Ewropayê dest bi danûstandinên ligel Talîbanê kirin

Du welatên Ewropayê dest bi danûstandinên ligel Talîbanê kirin

.

A+A-

Nûnerên welatên Brîtanya û Almanyayê li Dohaya paytexta Qeterê ligel şandeke bilind a Talîbanê civiyan.

Nûnerên welatên Brîtanya û Almanyayê li Dohaya paytexta Qeterê ligel şandeke bilind a Talîbanê civiyan û li ser rewşa Efxanistanê gotûbêj kirin.

Berdevkê Talîbanê Mihemed Suheyl Şahîn ragihand; Cîgirê Serokê Mekteba Siyasî ya Talîbanê Şêr Mihemed Ebas Sitankîzî ku niha li Qeterê ye, ligel Balyozê Almanya yê li Efxanistanê civiya û li ser rewşa Kabulê û welat bi giştî, gotûbêj kirin.

Mihemed Suheyl Şahîn di rêzetiwîtekê de bi giştî behsa naveroka civîna xwe kir û ragihand ku alîkariyên mirovî hatine kirin û Almanya tekezî li ser berdewambûna gihandina alîkariyan kiriye.

Şahîn herwiha eşkere kir ku Cîgirê Serokê Mekteba Siyasî ya Talîbanê li Qeterê ligel Nûnerê Taybet ê Serokwezîrê Brîtanyayê jî civiyaye û li ser çend mijaran gotûbêj kirine, li ser hemûyan jî, derbarê siberoja pêwendiyan û şêwaza karkirina hukmê Talîbanê de.

Ji ber rewşa nearam a Kabulê, şandên welatam li Dohaya paytexta Qeterê ligel Talîbanê dicivin û li ser siberoja Efxanistanê gotûbêj dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin