Mûsa Em

Mûsa Em

Hemû nivîsên nivîskar >

Du raman û du armanc

A+A-

Berê vê demekê di rojnameyekê da, du nûçeyên gelek balkêş hebûn.

Li nûçeyê yekem de nivisandibûn, miftîyê bajêrê Keyserîyê, û yê Amedê bi hevre pirojeyekî amade kirine.

Navê vê projeyî “werin em hevdû nasbikin, û em çend hevdû nasbikin dê emê zêdetir ji hevdû hesbikin”

Bi vê munasebetê 30 malbet ji Keyserî yê hatibûn Amedê û ewê Amed ji wan ra mehzûbanîyê bikira.

Dema mîrov “armancên” vê zîyaretê dixwîne, xweşê mîrov diçe û ji bo demekî kurt be jî, mîrov pê şa dibe.

Ma ji hevdû naskirin, feam kirin û hezkirinê xweşiktir tiştek heye? Kurd û tirk, mîna du gelên cînar, bi sedsalan li kilekê hev jîyane. Danûstandin, têkilî û çûyin hatinê normaltir çi heye?

Mîna her tiştî, li vir jî hiqûq, wazîfe û berpisyarîyên cîran bûyinê heye. Pirs û zîyaret kirin, piştgirî û alîkarîyê hev kirin helbet gelek başe. Vana giş hizir û ramanên xweş û însanî ne.

Dema ku mîrov saf be, ji dîrokê xwe ê tirka ders negre, û ji nîcadperestîyê tirka ne hayîdar be, ewê wilo bifikire.

Tirk dema ketine  tengasîyê, her dem ji kurdan destek û alîkarîyê xwestine.

Li hemberê Rûsa, Farisa, Engilêza, Fransiza û Yûnana pir caran kurda mîna dostekî, cîranekî sadiq û baş ji tirka ra piştgrî kirine.

Çi wext rewşê tirka baş bûye û ketine ferehîyê, wê çaxê lûleyê tifingên xwe çerxê mejîyin kurdan kirine. Fîtnê xistine nav kurdan, kurdan bera hev dane û wana bê qûwet xîstine, bi vê babetê karîne kurdan bindest bihêlin.

Tirk, ne tenê dijminê kurdan ne, tiştê ku ji bîna kurdîtîyê jê tê, ala kurdan, stran û rengên kurdan, navê kolanan û parqan ku bi kurdîne, peyker û bustê kurdan, bi kurtî dijminê hebûnê kurdane.

Belê tirk û kurd cîranê hev in, mixabin em mecbûr û mehkûmê vê rewşê ne. Lê ji tirka qet tu cara cîranekî baş nebûye, û ez bawer nakim bibe jî. Ev rastîyek trajîk e, lê tirk ûsa ne.

Ne pêwîste mîrov ewqas dûr jî  biçe. Dema em vî du-sê salên dawî bifikirin, her tişt tê ber çavan.

Îcar em dîsa vegerin li ser mijara cîrantî yê, tirkên ji Keyserî yê

Ka ew tirkên ku ji Keyseri yê  hatine Amedê, kurdan mîna kurd dixwazin qebûl bikin, û ji zimanê, ji stranê, ji cil û bergê kurdan ra hurmet û respektê dixwazin nîşan bidin!

Bi sedan mînak hene ku, kurd dema li bajêrê wan da, bi hevra bi kurdî xeber didin an jî stranan dibêjin, ew cîranên me yê ”baş,” êrêş dibin li ser van kurdan.

Û em carkî van heqqên pir xwezayê û normal li kêlekekî berdin!

Par, dema ku bi deh hezaran xanîyên kurdan ji alîyê dewletê wan va hat bombe kirin, bi hezaran xortên kurdan hat kuştin, û bi sedhezaran kurd bê mal û war man, wê çaxê ev cîranên nîyet baş li ku derê bûn?

Dilê wan çima ji bira û cîranên wan ra qet ne şewêtî, û wîjdanê wan çawa van hovitîyana qebûl kir.

Ka kî, li Keyserî yê, li hemberê van qetlîamên dewletê,  tu protestoyek, îtirazek an jî deng derxistinek bihîstîye!

Li hember vî zalîmtî û wîranîyan, em berdin ji bo kurdan alîkarî û protestoyê, vana kerr, kûr û lal man, hîn jî ûsane.

Li Kurdîstanê qetlîam û wehşet diqewimî, li wan deran tirkan fest û şadî dikirin. Wê çaxê mîrovê çawa karibe vana mîna cîranên baş bihesibîne.

Pêşîyê bi bombe yê, welatê me derbeder bikin, paşê jî werin bêjin em cîranê we yê baş in.

Ji alîyê dinê divê, em jî êdî rewşê xwe qebûl bikin. Bi tirka re nav dewletekî de şertê jîyanê zehmet e, tirk me qebûl û hes nakin, em stûyê xwe bîle heq li kêrê nedin!

De ka îcar jî were, ji hatinê Keyseriyan, hêvîyek xweş, nîyettek baş û humanîzmê bipê!

Qet misqalek jî, jê şik û gûman tuneye, li vir armanc û nîyet ji bo cîrantîyek baş nîne, vaya projeyekî dewletê, û ê AKP yê bixwe ye.

Armanc û nîyetê dewletê, û AKP li vir gelek zelal e. Vaya dîsa, ji parçekî, ji projeyê “ortak vatan, kardaş halklar û ortak bayrak” ê ye.

Bi navê mislimantî, yek ummetî û biratîyê dixwazin Diyarbekirî yan bixapînin, asîmîle bikin, rûyê xwe yê rastîyê, û ê neyartîyê veşêrin.

Ûsa xuya dike, ewê dewlet qîma xwe ne tenê bes bi carkî, ewê vî projejê xweyê asîmîlasyon kirinê bidin berdewam kirin, û ewê van hewlên xwe li bajarên Kurdîstanê dinan da jî, derbazê jîyanê bikin. Ji bo vî jî, va meseleya hîn jî aktûel e.

Lê vaya ûsa dûr û dirêj nikare dom bike, ewê sibe roj li Kurdîstanê dezgehên û însitûttin nû bi avakirin, vana û beledîyeyên Kurdîstanê, ewê tûr û pirojeyên bi vî rengî, navbera bajarên û parçeyên Kurdîstanê dina da, ji bo biratîya kurdan bixwe xurt bikin, ewê  li darbixin.

 

Nûçeyê ê dudûyan li ser Helwestên sitranbêjê Rojîn bû:

Xwendekarên gundê Sersad a qezaya Çermûgê, a bajira Amedê, pêwîstîyê wan ji bo pirtûk, cil û berg û sol hebû. Mamosteyê gund li ser vê mijarê îlanek dide, û  hunermenda kurd Rojîn rastê vê nûçeyî tê.

Rojîn, ew pêwîstîyana ji bo 70 zarokên dibîstana seratayî dikire û dibe gund.

Ew zarokên dimilî ji bo van dîyarîyana pir kêfxweş û şa dibin. Rojîn bi zarokan va, bi kurdî xeber dide. Zarokên xwendavan dîyarîyên xwe, û Rojînê pir hes dikin, û van hestên xwe bi awakî pir şêrîn bi zimanê dimlî îfade dikin.

Zarok cara pêşîyê hunermendekî ûsa bi nav û deng dibînin, vaya hem ecêbê wan diçe, hem jî ji Rojînê hes dikin. Rojîn ji wan re xerîb û bîyanî nîne, wana û dêy bavê wan feam û hes dike. Ji bo ku Rojîn bi wan ra bi zimanê wan xeber dide, vaya li ba wan bawerîyek û heskirinek peyda dike. Li vir wê ji xwe dihesibînin. Li ba wan û li ba çavê wan da, Rojîn stêrkek mezin, modelek kurd bûyinê û stranbêjek ji wan e.

Bi zîyareta Rojîn va, zarok zêdetir xwe pêdihesên, xwe nas dikin. Bi kurd bûyin û bi kurdî xeberdanê xwe va serbilind dibin. Kurd bûyin, ji wan re kêf, bawerî û bextewarî dide. Li ba wan rûhîyet û şuûra kurd bûyinê xurt dibe. Ew xurt bûyin li ba wan bingehek xweş ava dike ku, ew zarokana ewê şexsîyetên xwe yên kurd bûyinê, li hemberê asîmîle kirina tirkan, bikaribin baştir biparêzin.

Dijmin li hemberê gele me, bes şerê sîyasî yê tenê nake. Ev şera li hember çand, edet, ziman, dîrok, bajêr, gund, bi kurtayî li her alîyê jîyanê me ye. Bi vî awayî tirk sistem û strukturên gund, bajêr û kurd bûyinê me tar û mar dikin. Dinamîk û dewlemendîya civata me didin sekinandin, paşta xistin û me neçarê jîyanek xezan, nezan, paşte mayî û koçbûyinê dikin.

Bi van kirinên xweyê destruktivê (xerabekirinê), ji bo me îmkan û bingeha kurd bûyinê, û mîna kurd jîyanê ji holê radikin. Bi zor û bi zilmê, me mejbûr û mehkûmê jîyanek bê rûmet û zimanek xerîb dikin.

Dema ku van tahrîbatên pir alîyê tirkan, em digrin ber çavan, avakirina civatekî bes bi tenê xebatê sîyasî va bi ser nakeve.  Xebatek û tekoşînek gelek alî pê divê.

Lazime partîyên Kurdîstanê bi xetên xwe yên zelal û netewî,  ji bo zarok û xortên me derfetan û îmkanan peyda bikin.

Lê vaya karek pir mezin, fereh û giran e, û bes  bi hewlên sîyasetmedar û partîyan tenê nabe.

Hewl û alîkarîya Rojîn ê mînakek xweş û balkiş e, lê vaya  însîyatîva hunermendekî take kesê ye. Dema ku mîrov tesîr û feyde yê van xebatana digre ber çavan. Pêwîste karên bî vî rengî, bi awakî fereh û sîstematîk vere kirin. Fondên alîkarîyê werin avakirin peyda kirin û bi kar anîn.

Bi hezaran kurdên mey ên xêrxwaz, stranbêj, sîyasetmedar, sportvan, aqtor, rewşenbîr, niviskar û hunermendên pir bi nav û deng, dewlemendên bi derfet û îmkanin mezin hene. Dema bawerî were dayîn, ewê vana bi dil û can alîkarîyî gele xwe bikin.

Daxwaz û hêvîyak mezin, vana bi zanabûn û bi hestîyarîyek neteweyî rol û fonqsîyonek baş, ji bo hişyarkirin, perwerde kirin û pêşta birina gelê xwe bilîzin.

26.06.17

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin