Du namzetên kurd bûn endamên Parlamentoya Danîmarkayê

Du namzetên kurd bûn endamên Parlamentoya Danîmarkayê

Ji 179 parlamenterên Parlamentoya Danîmarkayê, cara ewil du Kurd bûn endamên parlamentoya wî welatî.

A+A-

Ji 179 parlamenterên Parlamentoya Danîmarkayê, cara ewil du Kurd bûn endamên parlamentoya wî welatî.

Helîme Oguz li ser lîsteya Partiya Sosyalîst weke Endama Parlamentoya Danîmarkayê hat hilbijartin û ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ez ji temenê xwe yê şeş salî ve li Danîmarkayê dijîm û bû deh sal di rêzên Partiya Sosyalîst de xebatê dikim, di hilbijartinên herî dawî yên vî welatî de ez û Laris Aslan weke du Kurd, em bûn endamên Parlamentoya Danîmarkayê, partiya min ji 179 kursiyên parlamentoyê, 14 kursî bi dest xistin.”

Oguz di sala 1979an de li Konyayê jidayîk bûye û li welatê Danîmarkayê xwendiye û ji fakulteya wêje, beşa siyaset û peywendiyan mezûn bûye.

Helîme Oguz diyar kir: “Laris Aslan ku ji Partiya Sosyalîst Demokrat e û bavê wî Kurdekî ji bajarê Enqerê û dayîka wî jî ji Danîmarkayê ye, weke Kurdek di hilbijartinên Parlamentoya Danîmarkayê de hat hilbijartin. Partiya Sosyalîst Demokrat jî di van hilbijartinên Danîmarkayê de 48 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin.”

Roja çarşemê 5ê Hezîrana 2019an proseya hilbijartinên giştî li Danîmarkayê birêve çû. Rikeberiya navbera partiyên çep û rast, bihêz bû. Di hilbijartinan de 300 hezar dengderên nû beşdar bûn û yekem car çûn ser sindoqan.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin