Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Du mijarên girîng; Siyaseta Tirkîyeyê diguhere.

A+A-

Panzde rojên derfeta nivîsê nebû, ji ber ku di rê da bûm, ma panzde rojan rê doja, bele dajo ger hertişt ne di destê mirov da be.

Dostekî gotibû, “em dizanin tu kuderê yî, ji ber ku di dawîya nivîsê da li kuderê me dinivîsim”, belê heta çend rojan li Almanya me.

Di vê navberê da, gellek mijarên girîng bihurîn, bona me Kurdan mijara herê girîng rapirsîn û ragihandina serxwebûna başûrê Kurdistanê ye, lê li Tirkîyeyê jî rojev her bi bûyerên siyasî dagirtîye, dîroka vî welatî weha ye her dem li ser deshilatê şerekî dijwar heye, bi hêlekê va 15î tîrmehê jî şerê desthilatê ye.

Min xwest îro nivîsa xwe bikim du parçeyan, ango li ser du mijarên girîng bi çend hevokan kurte nirxandinek.

Mijara yekem, yek bi yek tinekirin, betalkirina “destketiyên” li bakurê Kurdistanê ye, daku taybetî piştê hilbijartina 1î mijdara sala 2015an li bakurê Kurdistanê dewletê bi desteserkirina serokên şaredarîyan û pişandina qayiman li ser şaredarîyan, dest bi siyasetek nijadperest kir.

Şikandina peykerekî, guhertina navekî, daxistina tabeleyekê di rastiya xwe da tinekirina çand û dîroka neteweya Kurd e.

Ti kes ne pêy şikandina peykerekî ye, ew peykerê her yê kê dibe bila be, civat, neteweya Kurd peykerê ku hat şikandin, navê hat guhertin, tabeleyê hat daxistin rast e rast êrişê ser çand û dîroka xwe dibîne, tinekirina nirxên xwe dizane.

Ji ber ku dewlet bi destê qayiman êrişê nirxên civaka Kurd dike, lê bila bêt zanîn ku ev siyasetek nijadperest û tinekirina çand, ziman û dîroka Kurdan e û ji navendekê têt çespandin û birêveberin.

Ango, siyasetek navendî ye.

Ger ji Enqerê biryar nebe, li bajarekî bakurê Kurdistanê qayim bi sere xwe nikanin ne peykeran bişkênin, ne jî navan biguherin.

Bila em zanibin, ku di barê Kurdan da siyaseta dewletê têt guhertin, hêj tûndtir û nijadperest dibe.

Nûçeyên dawî, dijberî û guhertina vê siyaseta nijadperest hêj beloq dike, êdî kesên heta îro nedixwestin bibinin, li ber wana ti sîweng neman ku xwe bispêrin.

Li bakurê Kurdistanê bi navê Partiya Demokrata Kurdistanê biryara damezrandina partiyek din heye, hemû belgeyên serlêdanê amedene, lê wezarata hundir ne amedeye serlêdanê qebûl û tomar bike.

Ewlekarî destûrê nade şandê ku bikeve nava avahîya wezaretê û serlêdanê bide berpirsyaran.

Ango, ketina wezaratê jî qedexe ye.

Dîsa, Destûra Navxweyî ya Parlementa Tirkîyê têt guhertin, azadîya kursîya parlementê êdî dibe çîrok, taybetî di mijara Kurd û Kurdistanê da.

Guhertinên balkêş hene, “…ti axaftin, ti gotin divê nabe li dijî çar xalên Makezagonê bin, nabe ti nav û sifat bona rêveberî û herêman bên gotin”, êdî navên di çand û dîroka Kurdan da bi deh hezaran salan çî girtine nabe bên gotin, wekî Kurd, Kurdistan, Dêrsim, Botan, Garzan, Amed,…..û hwd.

Qaşo Tirkîyê dewletek dadwer û demokrasi ye!

Li ser hewiladanên KNKê

Bi navê Kongreya Neteweyîya Kurdistanê (KNK) jixwe kongreyek, an saziyek heye û bi serpereştîya PKK, ger ne şaş bin di sala 2000î da hatibû damezrandin.

Di deme damezrandinê da jî keseyatî, sazî û partiyên Kurdistanî hatibûn vexwendin, daku di nava KNKê da cî bigirin, lê bilî kes û saziyên nêzikî PKKê kes telve nebûbû, jê dûr sekinîyabûn.

Heta îro çendin car rayagiştî hewildanên weha dibîne, daku KNK banga civandina “Kongreyek Neteweyî” dike hemû jî têkçûn, biserneketin.

Serjînakevên, ji ber ku him hemahengîya siyasî taybetî ya navxweyî û herêmê, him jî di barê KNKê û serpereştên wê da bêbawerîyek kûr heye, ango piranîya bizava siyasîya Kurdistanê di barê jidilbûna hewildanên KNKê da bi guman e. 

Balkêş e, ez bawerim bala we jî dê kişandibe, dema rapirsîn û ragihandina serxwebûna başûrê Kurdistanê dikeve rojevê, KNK hewla civandina “Kongreyek Neteweyî” dide.

Mebesta KNK çi ye?

Çima di dema ku rapirsîn û ragihandina serxwebûnê di rojeva her çar parçeyên Kurdistanê da ye KNK derî bi derî diğere û hewla qaşo civandina Konreya Neteweyî dide?

Jixwe KNK heye, gelo çi têt xwestin, partî û kesên piştevanîyê dikin bila telve KNK bibin.

Ev şêlîkirina rojevê ye, ev nizmkirina gengeşiyên di barê rapirsîn û ragihandina serxwebûnê da ye, herweha ev kûrkirina nakokîyên siyasî li başûrê Kurdistanê ye.

Dîsa ev, têkilbûna karûbarê siyasîyê parçeyên din e, heçku divê KNK rasyonel bifikir e û rojevê şêlî neke û bi hemû hêza xwe piştevanîya rapirsîn û ragihandina serxwebûnê bike.

Yekem car e, ku Kurd li ber avêtina gavek dîrokî ne, mafê kesî tine ye ku giringîya mijarê nizm bike, bala rayagiştî bi hêlek din va bikşîne.

Bê guman, her kes, her sazî û partî dê bi qasî kiryar û rûmeta xwe di dîrokê da cî bigrin.

Mahmut Kilinc

15.07.2017/Dusseldorf

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum