Du lîstikên din bo kurdî hatin wergerandin û têne lîstin

Du lîstikên din bo kurdî hatin wergerandin û têne lîstin

Yek jê bi navê "Serbaz" ya din "Pergal" du lîstikên din ên klasîkên dinyayê bûn kurdî û hefteya pêşîya me têne pêşkêş kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Yek jê bi navê "Serbaz" ya din "Pergal" du lîstikên din ên klasîkên dinyayê bûn kurdî û hefteya pêşîya me têne pêşkêş kirin.

 

Ji Şa Performans "Pergal"

"Pergal" lîstika Sam Bobrick e. Rûken Esen û Tûncay Ozel ew wergerandîye kurdî. Lîstika ku derhênerîya Mehmet Mûsaoglu kirîye di bin banê Şa Performansê de derdikeve pêşberî şanohezan. Lîstika ku Erhan Mîr û Tûncay Ozel têde dilîzin yekem carê êvara 27'ê mehê saet 20'an de dê promîyera wê li dar bikeve. 

Dûre êvara 28 û 29'ê mehê heman saetê dê bê lîstin.

Ji bo rezervasyon û têkilîyê: 05448824883

 

"Serbaz" li Yenî Sahneyê ye

Yenî Sahne li Batmanê karê şanoyê dike. Yenî Sahne niha lîstika Hristo Boyçev a bi navê "Serbaz" derdikexe ser dikê. Lîstika komedî ye û perdeyek e derhênerîya wê Yakup Selîmoglu kirîye.

Di lîstikê de Serdar Biçimli, Erdal Kaya, Mehmet Sevilgen, Murat Kurhan, Kenan Demir, Gulistan  Şahin, Yakup Selimoglu, Menna Oncu dilîzin.

Lîstik yekem car êvara 21'ê vê mehê saet 19.30 de wê li Yenî Sahneyê bê lîstin.

Çavkanî: Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin