Du kurtefîlmên kurdî diçin Îrlandayê

Du kurtefîlmên kurdî diçin Îrlandayê

Du kurtefîlmên derhênerên kurd yek ji Bakur, yek ji Rojhilat diçin Îrlandayê.

A+A-

32'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Galwaya Îrlandayê vê mehê di navbera 7-12'yê mehê de li dar dikeve. Di festîvalê de du kurtefîlmên kurdî jî hene. Yek ji wan kurtefîlmê Yilmaz Ozdil "Barê Giran" ê din jî kurtefîlmê Seîd Peyam Husênî "Bafirokan" e. 

Di festîvalê de bi dehan fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm hene. Ji ber vîrusa koronayê festîval îsal online li dar dikeve. 12'yê mehê fîlmên bi ser bikevin dê bi merasimek bêne xelatkirin. Yek ji alîyê vê festîvalê jî ev e ku fîlman ji bo Oscarê dineqîne û di vî warî de rê dide ber wan.

"Bafirok"

"Bafirok" kurtefîlmê derhênerê ji rojhilatê Kurdistanê derhêner Peyak Husênî ye. Çîrok li ser sînorê Başûr û Rojhilat derbas dibe. Li alîyek sînor keçikek bafirokê difirîne lê bafirok derbasê sînorê din dibe û li wî alî zarokê vê dibîne evîndarê keçikê dimbe. Bi bafirokek din dixwaze hezkirina xwe nîşan bide û piştî wê fîlm temaşevanan ber bi ser sînor ve, helbet ber bi bermahîyên şer ve dibe.

Kurtefîlmên derhêner Seîd Peyam Husên 14 deqîqeyî ye. "Bafirok" îsal beşdarî 70'emîn Festîvala Fîlman a Berlînê jî bûbû.

"Barê Giran"

"Barê Giran" kurtefîlmê derhênerê bakurî Yilmaz Ozdil e. Ozdil di kurtefîlmê xwe de berê temaşevanan dide kerên ku li Şaredarîya Mêrdînê dixebitin û malnîşîn didin. Û ew jî di dawîya fîlm de berî temaşevanan dide ser sînor.

Kurtefilmê derhêner Yilmaz Ozdil ji 17 deqîqeyan pêk tê.

Li alîyê din "Barê Giran" 9'ê mehê li 20'emîn Festîvala Cine Lebu jî tê nîşandayîn. Nîşandayîn saet 20.00'an de bi awayekî online tê pêşkêşkirin.

Dîyarname

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin