Du jinên kurd îro dikarin têkevin Parlamentoya Ewropayê

Du jinên kurd îro dikarin têkevin Parlamentoya Ewropayê

Li 28 welatên Ewrûpayê nêzîkî 400 milyon dengdêr ji bo 751 parlamenteran bişînin Parlamentoya Ewropayê, diçin ser sindoqên dengdanê. Li hinek welatan berbijêrên kurd hene û şansê du keçên kurd hene bibin parlamenterê Parlamentoya Ewrûpayê.

A+A-

Li 28 welatên Ewrûpayê nêzîkî 400 milyon dengdêr ji bo 751 parlamenteran bişînin Parlamentoya Ewropayê, diçin ser sindoqên dengdanê. Li hinek welatan berbijêrên kurd hene û şansê du keçên kurd hene bibin parlamenterê Parlamentoya Ewrûpayê.

Hilbijartinên Parlamentoya Ewrûpayê pênc salan carekê tê nûkirin. Îro (26-05-2019)

28 welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê li gor nifûsa xwe ew ê endaman bişînin parlamentoyê. Di nav wan de gelek berbijêrên kurd jî hene, lê du jinên kurd hene ku dikarin werin hilbijartin:

evin-incir-001.jpeg

Evîn Încîr (Swêd)

Yek ji namezetên kurd Evîn Încîr e. Ji partiya Sosyal Demokratan di rêza 5an de ye. Soyaldemokratan di hilbijartinên berê de 6 parlamenter qezenc kirin. Ji ber wê şansê ku Evîn Încîr bê hilbijartin gelek zêde ye. Evîn Încîr ji bakurê Kurdistanê ji Diyarbekirê ji navçeya Licê ye.  Malbata wê ji ber zilma dewleta Tirkîyê koçberî Swêdê dibe.

Evîn Încîr di 15 saliya xwe de dibe endama Sosyaldemokratan. Di 2011an de di rêveberîya rêxistina ciwanên Sosyaldemokratan (SSU) de cî digre. Ji 2014an ve ye sekreteriya giştî ya Federasyona Ciwanên Sosyaldemokrat ya Cîhanê (IUSY) dike.

Li Zanîngeha Upppsalayê hiqûq xwendiye. Demekê serokatiya Komeleya Xwendevan û Akademîsyenên Kurdan (KSAF) kirîye.

zlem-alev-001.jpg

Ozlem Alev Demîrel (Almanya)

Ozlem Alev di lîsteya Partiya Çep de di rêza duwem de ye. Hilbijartina wê misoger e.

Ozlem Alev Demîrel ji Meletyê ye. Ji ber sedemên siyasî dê û bavê wê piştî darbeya eskerî ya 1980yî koçî bajarê Almanyayê Bilefeldê dikin. Wê demê Ozlem keçeke 5 salî ye. Dû re bi malbatî koçî Kolnê dikin. Di ciwaniya xwe de di nav DIDFê de (rêxistina ku mafê koçberan diparêze û di civatê de wekheviya wan dixwaze), kar dike.

Li Unîversîteya Bonnê, beşê Fakulteya Zanistiya Siyasî xwendîye.

Ozlem di hilbijartinên 2017an de dikeve parlamentoya Eyaleta Ren Vestfalya Bakur (NRW). Zewiciye û diya du zarokan e.

 zerin.jpeg

Zerrîn Bataray (Fransa)

Avûkateka kurd e, 39 salî ye û li bajarê Lyonê dijî.  Li Çewlikê hatiye dinyayê û 3 saliya xwe de hatiye Fransayê.  Mastera xwe ya li ser mafen mirovan wergirtiye. Avûkatîyê dike û di organîzasyonen sendikayê de jî dixebite.

Zerrin Bataray di lîsteya Benoît HAMON de dikeve hilbijartina Parlamentoya Ewrupayê.  Benoit Hamon demekê sekreterê Partîya Sosyalîst bû. Navê listeya Benoît Hamon: VIVE L'EUROPE LIBRE

 

Murat Yilmaz (Almanya)

Murat Yilmaz ji bakurê Kurdistanê ji bajarê Erzinganê ye. Di 1976an de li Almanyayê ji dayîk bûye, li Berlînê dijî, di lîsteya Partiya Çep de beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Ewrûpayê dibe. Yilmaz dibêje heger ew were hilbijartin dê ji bo mafê perwerdeya zimanê dayîkê bixebite.

Ji bilî van berbijêran, Suheyla Fûrş ji Partiya Krîstiyanên Demokratîk a Swedê, Mazlum Koç li Almanyayê ji Partiya Çep (Die Linke) û çend berbijêrên din jî hene.

Heta niha ji bo Parlamentoya Ewrûpayê tenê Feleknaz Uca hatibû hilbijartin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin