Du helbestên modern ên Kurdîya Kelhurî

Du helbestên modern ên Kurdîya Kelhurî

Li malpera Riataza du helbestên modern ên Kurdîya Kelhurî ligel Kurmancîya wan belav kirîye.

A+A-

Li malpera Riataza du helbestên modern ên Kurdîya Kelhurî ligel Kurmancîya wan belav kirîye.

Di derheqê helbestan de malpera Riataza wiha got:

Lêkolînerê navdar Umîd Demêrhan nivîseke xweş bo malpera me amade kirîye. Em sipasîya cenabê wî dikin.

Nivîskarê ciwan Jîyar Cehanferd ê ku kurdekî kelhurî ye, du helbestên modern ên helbestvanê kelhurî Seîd Ibadetîyan Banan digel kurmancîya wan amade kirîye. Malpera me xwest ku her du helbestan bi awayekî berawirdkirî pêşkêşî xwendevanan bike û her du zaravayan bi hev bide naskirin. Ev her du helbest pêşkêşî kurdên kurmanc û kelhurî ne: 

  • “Min nyezanim ki key mirim!/Ez nizanim ku kengê dimirim!”
  • “Yemîn kejawey nazime”/Ax, kejaweya naza min e”

 

 

Min nyezanim ki key mirim!

Kelhurî:  Seîd Ibadetîyan Banan

Ya çi wextê ya ger le kû,

Ya kam küwe!

Manişt?

Perraw?

Serkeş?

Şahû?

Xwem nyezanim !

Le çi derwen û gillallê!

Le çi pelê le çi pallê,

Min nyezanim ki key mirim!

Wefr e, wa se, ewr e, sa ye.

Ya bani zeü kew yex naye,

Ya asiman billaçe sey car we carê, carek,

Waran qarê ya nîyewarê,

Xwem nyezanim !

Min nyezanim  ki key mirim!

Le say zillfi Qecerpaçi pirçi Keykû,

Ya ger le dawani wenê le ser Aso,

Ya le pay zillfi Arifaney Şenê,

Ki le semay dewrîşaney,

We binyadi berrü xenê,

Xwem nyezanim !

Min nyezanim  ki key mirim!

Sirwe şenê ya ger şemall,

Kelewa tê ya ger sûweyl,

Xezew cimê ya ger xezan,

Ya ger same w xwirmapezan!

Xwem nyezanim !

Min nyezanim  ki key mirim!

Şewekî ye,

Nîmerû we,

Êware se,

Ya nîmeşew,

Çeweganim zirrnaqe den,

Ya hane hew,

Xwem nyezanim !

Min nyezanim  ki key mirim!

Le weri wweri tawisan,

Ya ger xezani rengerengê,

Le naw zîq û wellingi baxê,

Ya ger çerdaxi bêdengê,

Xwem nyezanim !

Min nyezanim  ki key mirim!L

e çi satê?

Le çi rojê?

Le çi mangê?

Le çi sallê?

Le wermay hillmi demi kî?

Le qewçî nermi

Çi ballê?

Xwem nyezanim !

Min nyezanim  ki key mirim!

We ballbese le pay dîwar,

Ya seri dar,

Ya ger we şikence w azar,

Ya we gulle le pay sanê,

Ya ger le süki zindanê,

Xwem nyezanim !

Min nyezanim  ki key mirim!

Le pay dari berzi tüwê,

Ki dilltenge bûde sazê,

Ta le bawişi kesê

Bişikê tezê,

Bişikê hazê!

Ya le pay rîşê encîrê,

Le çemi çûlli Xwerawa,

Ya ger le say pellki pîrê,

Pellki pütari dillgîrê,

Ke we tenyayî xweya gîrê.

Xwem nyezanim !

Min nyezanim  ki key mirim!

Le çi millk û serzemînê,

Le çi meram û ayînê,

Mewday entirnasyonal e,

Ya le bani merz û sinûr,

Hêma qirm e hêma qall e,

Xwem nyezanim !

Min nyezanim  ki key mirim!

Le serdemi çarenüseyli rewanî

Ki hane fikri wêranî

Ki çîmeneyl le xewfêyan hirês tîyerin.

We jineyli Xwerhellat,

Hellec Hellec

Minalleyli qîç û ellec

Ki mallêyan bûde çayir

Ki kîştêyan bûde bayir

Xwem nyezanim !

 

Ez nizanim ku kengê dimirim!

Kurmancî: Jîyar Cehanferd

Yan çi wextê yan jî li ku,

Yan li kîjan çîyayî!

Manişt?

Perraw?

Serkeş?

Şaho?

Ez nizanim!

Li çi milî li çi binarî,

Li çi dol û kenalî!

Ez nizanim ku kengê dimirim!

Berf e, ba ye, ewr e, sî ye.

Yan ku der li ser erdê cemidîye,

Yan asiman birûsk dide car ne

Baran dibare yan nabare,

Ez nizanim!

Ez nizanim ku kengê dimirim!

Li sîya Qecerpaça[1] pora Keykû[2],

Yan li dawêna kizvanekê li ser Aso,

Yan li bin zulfa Arifaneya Şenê[3],

Ku li semaya dewrêşane,

Bi koka berûyê dikene,

Ez nizanim!

Ez nizanim ku kengê dimirim!

Sirwe tê yan bayê kur,

Keleba[4] tê yan ku suweyl[5],

Xezeb dilive yan ku xezan,

Yan germ e û xurmapezan[6]!

Ez nizanim!

Ez nizanim ku kengê dimirim!

Şeveq e,

Nîvro ye,

Êvar e,

Yan nîveşev,

Çavên min vekirî ne,

Yan di xew in,

Ez nizanim!

Ez nizanim ku kengê dimirim!

Li ber tava havînê,

Yan xezaneke rengareng,

Di nav deng û hareya baxekî,

Yan ku çardaxeke bêdeng,

Ez nizanim!

Ez nizanim ku kengê dimirim!

Li çi wextê?

Li çi rojê?

Li çi mehê?

Li çi salê?

Li ber hilma devê kê?

Li ser nermîya

Çi milî?

Ez nizanim!

Ez nizanim ku kengê dimirim!

Bi destgirêdayî  li ber dîwarekî,

Yan serê darê,

Yan bi şikence û azarê,

Yan bi gulle li ber berdekî,

Yan jî li sûka zindanekê,

Ez nizanim!

Ez nizanim ku kengê dimirim!

Li ber dara bilind a tûyekê,

Ku diltenge bibe bi sazekê,

Da li hembêza kesekî

Derkeve betilîya wî,

Derkeve hêza wî!

Yan li ber rîşê hêjîrekê,

Li çemekî çola Rojava,

Yan jî li sîya liqekî pîr,

Pelkekî[7] pîr û pûtara bîhnteng

Ku ji bo tenêtîya xwe digire.

Ez nizanim!

Ez nizanim ku kengê dimirim!

Li çi milk û serzemînî,

Li çi meram û olî,

Dema înternasyonal e,

Yan li ser merz û sînor,

hêj şer e hêj qal[8] e,

Ez nizanim!

Ez nizanim ku kengê dimirim!

Li serdema çarenivîsên rewanî[9]

Ku li peu fikra wêranîyê ne

Ku mêrg ji tirsa wan hirês[10] tînin.

Û jinên Rojhilat,

Helec helec

Zarokên qîç û elec[11]

Ku mala wan dibe çadir

Ku çandina wan dibe bayir[12]

Ez nizanim!

 

Yemîn kejawey nazime

Kelhurî:  Seîd Ibadetîyan Banan

Mepirs ki mi le mad büme

Ya serdari bêdad büme

Ya le tixmey ferhad büme

Şêwey cemşêri cem dêrim

Yager sami rûsem dêrim

Ya le zagros büme dayem

Ya la desem ya ger layem

Herçê büme dayem büme

Ta ger büme ayem büme

Zeman derweçi wazime

Zemîn kejawey nazime

Allem heyrani sazime

Dinya pirr le awazime

Ezretim mergi kes nîye

Sizyani cergi kes nîye

Ta ger şengêg ha le allem

Çiman nengêg ha le allem

 

Ax, kejaweya naza min e

Kurmancî: Jîyar Cehanferd

Pirs meke ka ez ji medan bûme

Yan serdarekî bêdad bûme

Yan ji tovê Ferhad bûme

Min wekî Cemşîd cem heye

Yan jî min Samê Rustem heye

Yan li Zagros bûme her tim

Yan bêgane me yan jî xerîb im

Ez her çi bûme her tim bûme

Heta ku hebûme mirov bûme

Zeman pencereya min a vekirî ye

Zemîn kejaweya min a naz e

Alem heyrana saza min e

Dinya tije ji awaza min e

Hêvîya min merga kesî nîn e

Şewitîna cergê kesî nîn e

ta ku fîşekek li dinyayê hebe

Wekî ku şermek li dinyayê hebe

[1]Cureyeke modêla poran e.

[2]Navê darekê ye ku li cihê germ şîn dibe û berhem nade.

[3]Cureyek dar e ku li bilindîya çîyayan şîn dibe.

[4]Bayek e wekî bayê kur.

[5]Bayek e ku di payizê tê û fêkîyan digihîne.

[6]Mehek e li havînê ku pir germ e û di vê mehê de xurme digihên.

[7]Darek e ku berhem nade û her tim şîn e.

[8]Dengê bilind ku ji bo şer tê bikaranîn.

[9]Kesek ku rihê wî xirab bûye, pisîkolojîya wî tevlihev bûye, dîn.

[10]Gîya û sewzeyek ku nayê bikaranîn û bê sûd e.

[11]Zarokê çavtîl û paşketî.

[12]Erdek ku nayê çandin.

Amadekar: Jîyar Cehanferd-Riataza

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin