Du dijmin heman fikir; di yekperçebûna Sûriyê de mutefîq in

Du dijmin heman fikir; di yekperçebûna Sûriyê de mutefîq in

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf îro bi yekcarê de çû Tirkiyê li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu hevdîtin pêk anî

A+A-

 

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf îro bi yekcarê de çû Tirkiyê pêşî li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu, dû re jî bi serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdogan re hevdîtin pêk anî.

Serîlêdana nişkava ya Wezîrên derve yê Îranê bo Tirkiyê, bi ziyareta Erdogan a Rûsyayê ve tê şîrovekirin. Di ajenda civînan de pirsa Sûriyê û pirsa Kurdistanê heye. Civîna Erdogan û Zerîf ji çapeniyê re girtî, 3 saet 15 deqe ajot.

Piştî hevdîtinê, her du wezîr derketin hember çapemeniyê, li ser armanca civînê axifîn û pirsê rojnamevanan bersivandin.

 Wezîrê derve yê Tirkiyê Çavûşoglu bi spasiya Îranê dest bi axaftina xwe kir ku piştî hewla darbeya eskerî piştgiriya xwe ji bo hikûmeta Tirkiyê re diyar kiriye.

 Çavûşoglu li ser pirsekê ya derbarê Sûriyê de jî weha got:: “Hikûmeta Tirkiyê dê ji bo pirsgirêka Sûriyê gavên xwe zelaltir bike. Di civîna îro de me rewşa herêmê jî gotûbêj kir. Me li ser rewşa Sûriyê jî axivî. Em di çareseriya pirsa Suriyê de hertim qala girîngiya rola Îranê dikin. Di mijara Sûriyê de em li gel Îranê hemfikir in û yekparçebûna axa Sûriyê diparêzin. Em tu ferqa PKK, PEJAK û PYDê nabînin”

 Wezîrê Derva yê Îranê Cewad Zerîf jî li ser babetê weha got: ”Ew dixwazin gelê Sûriyê bixwe biryara çarnivîsa xwe bide û normalbûna pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê jî dê tesîr li ser rewşa navçeyê bike”.

Di navbera Îran û Tirkiyê de her çiqas nakokiyên tarîxî û rojane hebin jî, pirsa Kurdistanê problema wan a hevpar e. Bêguman di rojeva hevdîtinan de pirsa Kurd û Kurdistanê bi taybetî ya başûr û rojava xala wan a yekem e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin