Du dewlet ji bo lêkolînkirina tawanên dijî Kurdên Êzidî tîmekê pêk tînin

Du dewlet ji bo lêkolînkirina tawanên dijî Kurdên Êzidî tîmekê pêk tînin

.

A+A-

Ji bo lêkolînkirina tawanên DAIŞê yên li beramber Kurdên Êzidî, Fransa û Swêd tîmeke hevbeş pêk tînin.

Ajansa Dadwerî ya Yekîtiya Ewropayê (Eurojust) tîmekê pêk tîne ji bo ku lêpirsînê li wan çekdarên biyanî yên DAIŞê bike ku tawan li beramber Kurdên Êzidî kirine û bûne sedema bûyerên 2014 û salên piştî wê.

Armanca sereke ya tîma hevbeş

Eurojust ragihand, armanca sereke ya pêkanîna vê tîmê, dîtina wan “ terorîstên biyanî ye ku tawanên navdewletî yên serekî yên wek; jenosîd, tawanên dijî mirovahiyê û tawanên cengî ku di heyama şerê çekdarî de li Sûriye û Iraqê li dijî kemîneya Êzidî kirine.”

Li gor daxuyaniyê, fokusa tîmê dê “li ser dîtina qurbaniyan û şahidhalên wan tawanan be ku ji aliyê çekdarên terorîst ve li Iraq û Sûriyê hatine encamdan.”

Eurojust herwiha dê alîkariya Iraq û Sûriyê bike û rawejê bo wan bike bo ku peyreweke wan a dadwerî hebe, da ku pêngavên xwe yên dadperweriyê bo lêpirsîna li tawanên DAIŞê yek bixin û rêk bixin, ku gelek rêkarên yasayî yên cuda li dijî heman tometbar li beramber heman tometê wernegirin.”

Tîm dê li gel UNITADê kar bike

Tîma nû ya Fransa û Swêdê dê li gel “tîma lêkolînê ya ser bi Netewên Yekbûyî ve bo girîngîdan bi lêpirsîna li tawanên DAIŞê yên li Iraqê (UNITAD)” kar bike.

Eurojust tekezî li ser wê dike, karê tîma Fransî û Swêdî “girîngîdana bi sîstema dadgerî ya welatên endamên Yekîtiya Ewropayê yan welatên sêyem dibe ku ew dixwazin dawî li xweveşartina çekdarên terorîst ên biyanî ji ceza bînin ku li gel tawanên navdewletî yên wek kolekirin an jî tundûtûjiya cinsî li dijî xelkê Êzidî, têkildar in.”

Piştgiriya saziyên dadwerî

Di dewama daxuyaniya Eurojust hatiye, “Rûbirûbûna xweveşartina ji cezayê tawanên cengî, jenosîd û tawanên dijî mirovahiyê, armanca herî sereke ya tora jenosîd a ser bi Eurojust ve ye. Ev tor bi şêweyekî çalak piştgiriyê li wê saziya dadwerî dike ku hejmareke dosyeyên ketine ser hev vekirine ji bo ku lêpirsînê li teror û tawanên navdewletî bikin, da ku dadperwerî bê bidestxistin.”

Sala derbasbûyî, Almanya wek yekem welat, çekdarekî DAIŞê bi tometa encamdana jenosîdê ceza kir.

Ew yekem car bû ku dadgehek peyva `jenosîd` ji bo wan tawanên DAIŞê bikar bîne ku li dijî Kurdên Êzidî kirine.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin