DTSO dê 100 tabletan bide xwendekarên dersa Kurdî

DTSO dê 100 tabletan bide xwendekarên dersa Kurdî

.

A+A-

Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê (DTSO) jî beşdarî kampanya hilbijartina dersa zimanê Kurdî bû û ragihand ew dê “Pêşbirka bi Kurdî nivîsandina çîrokan” saz bikin û tabletan bidin 100 xwendekarên serkeftî yên pêşbirkê.

Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê pêvajoya dersên bijarte yên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) peyamek belav kiriye û amaje bi coş û kelecana di nava civaka Kurd de kiriye û ragihandiye, “her çiqas ji bo dersên hilbijartî (zaravayên kurmancî û zazakî yên kurdî) daxwazeke mezin hebe jî, ji ber nebûna mamosteyan û nebûna agahîyên têr li dibistanan, hêviyên civakê bi cih nehatine.”

Di peyamê de hatiye bibîrxistin ku serîlêdanên ji bo dersên bijarte yên Kurdî yên bo sala perwerdehiyê ya 2022-2023an dê heta 21ê Çileya 2022an bidomin û tê gotin, hilbijartina zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî ku di nav dersên hilbijartî yên polên 5, 6, 7 û 8an de ne, dê hin astengên li pêşiya Kurdîn ji holê rake, herwiha dê  ji bo mamosteyên ku di beşên Ziman û Wêjeya Kurdî de mzûn bûne, kar peyda bike.

Di peyamê de bal hat kişandin ser wê yekê ku DTSO dê di çarçoveya berpirsyariya xwe de ji bo zarokan teşwîq bike ku perwerdehiya bi zimanê dayikê werbigirin û ji bo parastin û pêşxistina ziman û çanda Kurdî pêşbaziyekê saz bike.

DTSO ragihand, “Em dû pêşbirka bi Kurdî nivîsandina çîrokan saz bikin û bo 100 xwendekarên serkeftî dê wek xelat tablet bê dayîn.”

Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê bang li wan xwendekaran dike ku li dibistanên navendî dersên Kurdî hildibêjin, beşdariyê di wê pêşbaziyê de bikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ku malbat û xwendekar dersa zimanê Kurdî hilbijêrin, ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya hatine destpêkirin. Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku heta 21ê Çileya 2022ê, serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersa bijarte hilbijêrin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin