Dr. Nafiz Û Dr. Nuredîn Zaza

Dr. Nafiz Û Dr. Nuredîn Zaza

Kamil Sumbul

A+A-

İRO ZİMANÊ ZİKMAKÎ YE!
EV NİVÎSAMİNA CARA EWİL E KURDÎ DİNİVÎSÎNİM
MAMOSTAYA KURDÎ YA MİN ALÎKARÎ KİRİYE.

-Birêz Kamîl Sumbul bi zaravayê Zazakî dipeyive. Ev nivîsa wî ya Kurmancî ya ewil e. Ji bo munasebeta roja zimanê zikmakî xwestiye bi Kurmancî binivsîne. Ji ber vî yekê me wek redaksiyon dest neda nivêsa wî. Ji bo cesaret û biyara wî em wî pîroz dikin- Rûpela Nû-

Dr. Nafiz Û Dr. Nuredîn Zaza

Îsal di roja 16ê Sibatê (şemiyê) de li Kitêpxana Kurdî ya bajarê Stockholmê bîranina Nurettin Zaza hebû. Roja sed saliya ji dayikbûna Nûredîn Zaza bû. Ez jî beşdarê civîna sedsaliya birêz Nûredîn Zaza bûm. Ez ji vê civîne gelek dilxweş û kêfxweş bûm. Ji hemû amadekar, axavtvan û beşdarên civînê re spas pir dikim.

Piştî civînê ez hatim mal û fikirim. Li Rojavayê Kurdistanê piraniya kurdan dizanin Dr. Nafiz û birayê wî yê biçûk Dr.Nurettin Zaza kî ne. Lê belê li Kurdistanê Bakur heta 1975an kes nizanibû ew kî ne û çi kirine. Belkî çend mirovên temen mezin û welatperwer dizanibûn ew kî ne. Ez bi xwe jiyana van herdu mirovên hêja meraq dikim. Ji ber ku 43 sal berî niha pirîka min, ji me re got, “ Dr. Nafîz û Dr. Nûredîn xismin (eqrebeyên) min in.”

Waxtê kovara Rizgarî derket, di sala 1976an min di hejmara yek û duduyan de li ser Şêx Seîd û hevalên wî nivîsekê xwendibû. Piştre ez çûm Çermûgê mala me. Bapîra min jî hat. Di Rizgarî de destana Mem û Zînê bi kurdî hebû. Dapîra min baş bi tirkî nizanibû. Wê got; “oy! Ez kurbana çawê te bim, ew destana Memê Alan e.”

Di Rizgarî de dîsa nivîsekê jî hebû bexsa Şêx Seid dikir û min jê re xwend. Piştre min jê pirsî:
“Pîrê te serhildana Şêx Seid bihîstiye?”

Ew hêrs bû û got:

Nebêje Şêx Seîd, bêje Şêx Seîd Efendi.”

Dapîra min pir qeherî û hindik mabû bigirî. Wê got:

“Çima nizanim, wextê Şêx Seîd Efendî şikest, leşkerên tirk hatin der û dorê li gunda me Bermazê girtin û êrîş kirin. Hemû gundiyên me reviyan serê çiyayê Hezar Babayê.”

Wê wextê bapîra min 10 salî bûye. Wê got:

“Çend begên me bi dar ve kirin û Dr. Nafîz jî revî û çû Binxetê (Sûriyê). Çend heb jî avêtin zindanê. Leşkeran çend top avêtin ser gundê me. Em pir tirsiyan.”

Min jê pirsî:

“Pîrê te bi xwe Dr. Nafîz dit?”

“Belê ew mirovê me bû. Ji eşîra Şadyan e. Xisimê me ye. Navê gunda me Kijan e. Hemû gundên Bermazê Şadyanî ne. Gundê Gezin û Kiziltepê jî gundê me ne, yanî yên Dr. Nafiz û Dr. Nûradîn bûn. ji Nêzîkê nivê deşta Bermazê malê me ye. Ew pir dewlemend bûn. Dr. Nafîz hemû li gundên Bermazê gerîya, gundiyên nexweş muayene dikir û derman li wan belav kirin.”

“Baş e pîrê hûn revayan li serê çiyayê Hezar Baba, û piştra çêbuû?”

“Em demekê li şikefta Hezara Baba man. Şikeft pir sar bû. Şêx Seid Efendi bi ser neketibû. Gundiyên me xeber şandin ji qumandanê tirk re, gotin, em guneh û bêsûc in û em dixwazin vêgerin gund û malên xwe.” Qumandan ji me re got: Eger teneke zêr tijî bikin û bidine min, wê gavê hûn dikarin vêgerin gundê xwe. Cotek guhereka min hebû, bavê min dixwest ew jî avêje tenekeya ku zêran tê de berhev dikirin. Lê belê ez girîyam feyde nebû ew jî avêtin hundirê teneka zêran. Qumandar tenekek zêr girt, wê gavê xeber şandin û got; hûn efû bûn û dikarin vêgerin gund û malên xwe. Usif Begê girtin avêtin zîndanê. Usif Beg bavê Dr. Nafîz û Dr. Nuradîn bû. Dr. Nafîz û birayê xwe yê bûçik Dr. Nûredin reviyan û çûn Binxetê. Çend kesan jî birin bi dar ve kirin. Wê gavê jiyan pir zehmet bû lawo!”
Mixabin wê gavê bi min re fîkîra netewî pir kêm bû, heger îro bûya min ê gelek tişt ji pîrika xwe bipirsiya.

Li Çermûgê xismeke bapîr min jî hebû, navê wê Hawa bû. Herduyan her dem hevdu didîtin, bi hev ra bi dimilî qisa dikirin. Ew jin jî xwarziya malbata Dr. Nafiz bû. dapîra min got; “li Çermugê tenê ew xisima min e.”

Demeke dûr û dirêj e ku ez li Swêdê me. Piştî 11 salên min ên li Swêdê çend sal bere niha ez vergiyam welat. Hefteyekê jî ez çûm bajarê Madenê. Piştre ez çûm deştê Bermazê û gundê xalê xwe Kijanê kul i ser bajarê Madenê ye. Ez çûm mala kurekê birayê bapira xwe ku temenê wî nêzikê 80 salî bû. Piştî hal xatir min çend pirs jê kir:

“Xalo Dr. Nafîz kî ye?”

“Xwarzê ew kurê begê me Usîf e. Mirovekî pir muhterem bû. Xelkê herêma jê pir hez dikirin. Navê kurekî min jî Nafiz e. Li gundê me navê gelek zarokan Nafîz e.”

Min pirsî:

“Tu dikarî hinek behsa wî bikî?”

“Wextê Şêx Seîd Efendi bi serneket, Dr. Nafîz û birayê xwe yê biçûk Dr. Nûredîn reviyan Binxet e. Çend sal piştre xeber hat ku DR. Nafîz li Sûriyê çûye ser dilovaniya xwe. Ew xisimê me yên nêzîk in? Em ji eynî eşîrê ne. Hemû Bermazî ji eşira Şadyan in. Bavê Nafîz begê me bû. Bermaz gundê wan bû.”
“Xalo ji malbata Dr. Nafîza nêzîk kes niha li gund heye?”

“Birayekî din yê Dr Nurettin Zaza li Bermazê hebû. Ew sala 1965e li Elezîzê di Partiya Adaletê de senator an wekîl hatibû hilbijartin. Piştre birayê û xwişka wî hemû mal, bexçe û erdê xwe firotin û bar kirin, ez tam nizanim bi alîyê İstanbul an İzmirê ve çûn û li wan deran bi cî bûn.”

Di sala 1999ê waliyê awerte (olagan üstü vali) tayîn bû ji bo Diyarbekirê, ez bawer dikim navê wî Necatî bû. Hukumetê destûrmendî da wî, lê ew heftayekê dereng hat ser wazîfeyê xwe. Ez Bawer dikim piştrî salekê ew çû. Ew jî xwarzî an biraziyê Nuredîn Zaza bû. Ev trajediya kurdan e. Dewletê bav û bapirên wan bi dar ve kirin, surgun kirin, neviyê wan bi dewletê re kar dikin. Ew trajedî ye, komedi ye, çi ye!?

Eger wextê min hebe, ez dixwazim carekê din herim gundê Bermazê zîyaret bikim û pirs bikim, ka malbata Dr. Nafîz û Nuredin Zaza li ku ne û di çi rewşê de ne. Herweha ez dixwazim biçim Rojava jî mirovên wan ên ku li wir in, nas bikim. Û di derheqê malbata wan de bibim xwedî agahdariyeke berfireh.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin