Dr. Gokalp hat berdan

Dr. Gokalp hat berdan

.

A+A-

Dr. Şeyhmûs Gokalp ê di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de girtî dihat darizandin di danişîna ewil de hat tehliyekirin. 
 
Derbarê Endamê Lijneya Rûmetê ya Bilind a Odeya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Şeyhmûs Gokalp de ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de girtî ye bi hêceta “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza derbarê Gokalp de hatiye vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 10'emîn a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de Gokalp û parêzerên wî Ziynet Ozçelîk, Bariş Yavûz, Kerem Altiparmak amade bûn.
 
Piştî parastina Gokalp û parêzerên wî şandeya dadgehê derbarê Gokalp de biryara berdanê da. 
 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin