Dr. Ferhad Pîrbal li Hewlêrê hate binçavkirin!

Dr. Ferhad Pîrbal li Hewlêrê hate binçavkirin!

Nivîskar û mamosteyê Zanîngeha Silahedînê Dr. Ferhad Pîrbal li Hewlêrê ji ber heqareta parlamentereke tirkmen hat binçavkirin.

A+A-

Berpirsê Polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Tellet ragihand ku nivîskar Ferhad Pîrbal îro bi fermana Dozgeriya Hewlêrê ji ber madeya 226 a qanûna sizadana hejmara 111an hat binçavkirin.

Ebdulxaliq Tellet di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pîrbal ji ber gotînên li hemberî parlamentera Tirkman a endamê Parlamentoya Kurdistanê Muna Qahwecî hat binçavkirin." Ferhad Pîrbal di vîdyoyeke ku parvekiribû de ji bo Muna Qahwecî gotinên xirab bikar anîbûn.

Wek tê zanîn Dr. Ferhad Pîrbal ji bajarê Hewlêrê ye û nivîskar û akademisyenekî navdar ê kurd e. Pîrbal di sala 1983an de li Zanîngeha Selahadînê ya Herêma Kurdistanê beşa ziman û wêjeya Kurdî û di 1987an de jî li Zanîngeha Sorbonne ya Fransayê wêjaya Kurdî û Farisî xwendibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin