Dr. Abdurahman Qasimlo di têkoşîna pêşmergeyên qehreman de dijî

Dr. Abdurahman Qasimlo di têkoşîna pêşmergeyên qehreman de dijî

Dr. Abdurahman Qasimlo di têkoşîna pêşmergeyên qehreman de dijî

A+A-

Sekreterê Giştî yê PDKÎ (Partîya Demokrat a Kurdistan a İranê) Dr. Abdurahman Qasimlo di 13ê Tîrmeha 1989ê de li Wiyeneya paytextê Awûsturyayê  li gel Berpirsyarê Derveyî  Welêt yê PDKÎ yê  Ebdulla Qadirîzade û  Dr.Fazil Resûlê ji başûrê Kurdistanê, ji alîyê îstîxbarata Îranê ve di otelê de hatin qetilkirin.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên  rejîma Îranê re  lidardixistin, tûşî vê komployê bûn.

Mixabin, Dewleta Awûstûryayê, di derbarê qesas û plangerên vê qetlîamê de tu dawe venekirîye.

Dr. Abdurahman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer  bû.

Dr. Abdurahman Qasimlo herweha rêberekî bi tecrube û hêja bû ku, ne bes ji kîsê PDKÎyê, lê belê ji kîsê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê çû.

Rejîma Îranê berîya qetil kirina Qazî Muhammed, Dr. Abdurahman Qasimlo û  Dr.Sadiq Şerefkendî  jî, piştî  wan jî gelek caran bi rêyên komplo û kuştinan xwestîye têkoşîna azadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne. Lê belê  tu komplo û qetlîaman nikaribûye rê li ber têkoşîna  azadîya  gelê me bigire.

Ew ala ku Pêşewa Qazî Muhammed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû îro jî li Mehabadê, li Kîrmanşahê û li her alîyê rojhilatê Kurdistanê di destê pêşmergeyên qehreman de liba dibe.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hemû şehîdên me, li her çar perçeyên Kurdistanê, di  têkoşîna hemû  şervanên qehreman û kedkarên doza azadîyê de dijîn.

Di 27emîn salvegera qetilbûna Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî de em wan bi giramî bibîr tînin û bi vê minasebetê careke din jî  em rejîma Îranê rûreş dikin. 13.07.2016

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin