Dozgerîya Şirnexê ji bo bûyera windabûna du Siryanan biryara “nepenîyê” daye

Dozgerîya Şirnexê ji bo bûyera windabûna du Siryanan biryara “nepenîyê” daye

Ji 11ê Kanûna Paşîyê ve li gundê Mehrê yê Şirnexê du hevwelatîyên Siryan winda bûne û ji wê demê ve agahî ji wan nehatîye standin. Îro Serdozgerîya Şirnexê ji bo bûyerê biryara nepenîyê daye.

A+A-

Navenda NûçeyanJi 11ê Kanûna Paşîyê ve li gundê Mehrê yê Şirnexê du hevwelatîyên bi navê Hurmuz û Şimoni Diril ên Siryan winda bûne û ji wê demê ve agahî ji wan nehatîye standin.

Îro Serdozgerîya Şirnexê ji bo bûyerê biryara nepenîyê daye.

Ji ber şertên xerab ên kêş û hewayê firokeyên bêfirokevan li herêmê digerin lê tîmên alîkarî û hewargihandinê nekarine biçin herêmê.

Li gundê Mehrê bi tenê du mal hene. Ji bilî herdu welatîyên winda kesek dî jî heye lê ev demek e li gundî namîne.

Bianet

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin