Dozgerî di Doza JÎTEMê ya Kerboranê de daxwaza beraetê kiriye

Dozgerî di Doza JÎTEMê ya Kerboranê de daxwaza beraetê kiriye

.

A+A-

Di Doza JÎTEMê ya Kerboranê de digel hemû delîlan, dozgerî bi îdiaya ku ti delîlên berbiçav nînin, dawxaza beraeta bersûcan kiriye.

21em danişîna Doza JÎTEMê li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê dewam kiriye.

Di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 1995ê û 8ê Adarê ya 1996ê de 3 jê çarok 8 kes hatibûn kuştin. Çawişê Pispor Bîlal Batir jî li gorî îdiayan ji ber ku zanyariya kuştinan daye malbatan ew windakiribûn. Doz ji ber lêpirsîna rewşa van kesan vebûbû û paşê li Dadgeha Semsûrê dewam kiribû.  

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, fermandarê qereqolê yê wê demê jî di nav de bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” doz li 18 kesan hatibû vekirin. Erdal Kûzû, parêzerê malbatên windayiyan û her ji malbatekê kesek beşdarî danişînê bûne. Bersûc û parêzerên wan sedem nîşan dane û beşdarî danişînê nebûne.

Dozgerî bi îdiaya ku “ti delîlên berbiçav ên kuştina wan kesan peyda nebûye” xwestiye bersûc beraet bikin.

“Rapor ji nedîtî ve hatin”

Erdal Kûzû, parêzerê malbatan axiviye û li dijî nêrîna dozgerî xwestiye heyeta dadgehê demê bide wan.

Kûzûyî wiha gotiye:

“Di dadgehê de serweriya polîtîkaya bêcezatiyê weke polîtîkayeke dewletê heye. Kesên ku li ser navê dewletê sûcan dikin bi awayekî tên parastin. Nêrîna heyî li gorî vê rewşê ye. Dozgerî behsa delîlên derbarê bersûcan de kiriye lê behsa delîlên xurt ên bersûcan ên suckirina wan nekiriye. Behsa rapora MITê nekiriye.

“Gotinên qaymeqamê demê ji nedîtî ve hatine. Gotina çawişê pispor yê wê demê li Kerboranê bû ya ku digot ‘em diçûn kuştinê’ ji nedîtî ve hatiye. Gotiye cenazeyên windahiyan nehatine dîtin.”

Mahsûm Kaya, Omer Coşkûn, Haznî Dogan û Abdulazîz Altinkaynak, malbatên windayan jî gotine ew li dijî nêrîna dozgerî derdikevin û “edaletê dixwazin”.

Heyeda dadgehê piştî navberekê biryar daye ku dadgehkirin di 28ê Hezîranê de dewam bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin