Dozger jê re gotîye:”Tu kurd î, sunne yî û li dijî rejimê yî”

Dozger jê re gotîye:”Tu kurd î, sunne yî û li dijî rejimê yî”

Li Îranê 21 kes hatine îdamkirin yek ji wan jî aktivîstê kurd Sahram Ahmedî yê 29 salî yê ji Senandejê ye

A+A-

Li gor zaniyarîyan berîya du rojan li Îranê 21 kes hatine îdamkirin yek ji wan jî aktivîstê kurd Sahram Ahmedî yê 29 salî yê ji Senandejê ye, ku 33 meh bi  serê xwe di hucreyê de maye û di derheqî wî de 2014ê de cezayê îdamê hatîye dayîn.

Piştî ku ew bi tawanbarîya îdamê hatîye cezakirin ew bi kamerayekê piçûk videyoyek amadeke kiriye û videyo di medya sosyal de parve bûye.

Di videoyê de dozger heqaretek mezin lê kiriye, û jê re gotîye; ”sê sucên te heye; yek tu kurd î, dudo tu sunne yî û sê tu dijî rejîmê yî û tu silah hilda ye. ”Ahmedî; dibêje ne sileh kêrekê piçûk jî li ser min tuneye, min xeletîyek nekirîye û kesî nekuştîye; hûn hekaretê li rûmetê me dikin; li ziman, rituel û li xelkê me dikin”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin